Polîsên Tirk êrîşî merasîma cenazeyê Kalkan kirin

Di merasîma cenazeyê Alî Firat Kalkan ê li Cizîrê hat qetilkirin de polîsên Tirk bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

Ji bo Alî Firat Kalkan ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovane hat qetilkirin, li Wanê merasîmeke cenaze hat lidarxistin. Lê belê polîsên Tirk bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî merasîma cenaze kirin. 

Cenazeyê Kalkan piştî otopsiyê danê sibehê anîn Wanê û li ber Hîtît Petrol a li pêşiya bajêr, tevî rêveberên MEYA-DER, HDP û DBP'ê yên bajêr ji aliyê bi hezaran kesî ve bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin.

Bi konvoya ji hezaran wesayîtî cenazeyê Kalkan anîn taxa Sîpanê û ji bo bicihanîna wecîbeyên olî cenaze rakirin Mizgefta Muhacir. Zarok, extiyar jî di nav de bi hezaran kes li mizgeftê li hev civiyan, lê belê polîsên Tirk bi guleyên rastî, bombeyên deng û gazê, êrîşî gel kirin.

Ji ber êrîşa polîsan, gel hînê nikare cenaze veşêre. Êrîşa hêzên dewleta Tirk dewam dike.