Li navçeya Akdenîz a Mersînê girseya xwest salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz bike rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk hat. Di êrîşa polîsan de yek jê zarok 3 kes birîndar bûn.
Li Taxa Şevket Sumer a girêdayî navçeya Akdenîz a Mersînê welatiyên ji bo pîrozbahiya Pêngava 15’ê Tebaxê li Parka Bariş kom bûn, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin. Polîsên bi dehan wesayîtên zirxî ketin taxê û êrîşî welatiyan kirin. Welatiyan jî bi keviran bersiv dan êrîşên polîsan. Ji ber guleyên plastîk û bombeyên gazê yên polîsan avêtin yek jê zarok 3 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.
Polîsên Tirk hê jî bi wesayîtên zirxî li kolanên taxê digerin.