Plajên Srî Lankayê tije çopên plastîk in

Li Srîlankayê piştî şewata beriya 9 rojan ku ji ji hilgirê konteynirê deeketî gemariya herî mezin a deryayê ya dîroka welêt derkete holê.

Li Srî Lankayê li peravên Colombo beriya bi 9 rojan ji hilgirê konteynirê şewat derketibû. Piştî şewatê gemariya herî mezin a plastîkê ya dîroka deryayê ya li herêmê derkete holê.

Rayedarekî hawîrdorê bi daxuyaniyekê got piştî şewatê beşekî berfireh ên plajên welêt ketiye nav gemariya herî mezin a plastîkê ya dîrokê.

Rayedaran bi qasî 80 km li derdora cihê şewitî yê hilgirê konteynirê MVX-Press Pearlê li masîgiran girtina masiyan qedexe kir. Hilgirê konteynirê ku qeyda xwe li Sîngapûrê ye ev 9 roj in dişewite, ev jî weke bobeletake giran a akolojîk tê dîtin, her wiha bi tonan sotemenî jî niha diherike ser Okyanosa Hîndê.

Bi operasyoneke navnetewî xebatên paqijkirina deryayê didome, perav bi tonan plastîkan tije bûne.

Rayedaran diyar kir hilgirê konteyneriê 28 konteynirên tije plastîk hildigire. Tê diyarkirin ji van konteyniran 8 jê ketine nav avê.