Cotkarên Swêd, Elman û Brîtanî dibêjin, ‘’Çêlekên me ji nîvê meha Tîrmehê ve kayê ku Hezîranê hatî çininin dixwin, ji ber ku giya nemaye’’. Cotkarên Fransiz jî heman pirse dikin, ji ber sedema giyayên ku ji bo zivistanî hazir kiribûn, ji ber giyayên ku havînê ziwa bûyî nîqaş dikin bê ka ew ê zivistanî çi zadî bidin ajalan.
Li Swêdê ji ber sedema şewata daristanan bi hezaran hektar daristan û qadên şînahî şewitîn. Federasyona Cotkaran vê rewşê mîna krîza herî mezin a van 50 salên dawî dibîne.
Tê gotin ji ber heywanan kêmasiya xwarinê ê mehên zivistanî pir be. Rayedarên Swêdî dibêjin xwediyê çewlikên ajalan zadê ku ji bo zivistanî amade kirin, ji neçarî havînî dane û li gorî sala 2017’an berên çandiniyê 29 ji 100’î wê kêm bibe.
Li herêma Idemê ya Elman jî ji 25 çewlikan 1 jê li ber girtinê ye. Li eyaleta çandiniyê ya Elmanya Saksonyaya Jêr rêjeya hilberandinê 40 ji 100’î kêm bûye.
Li Hollanda jî kêmbûna êm di navbeyna 40-60 ji 100’î ye û tê gotin berên ji dexlê dihatin 20 ji 100’î kêm bûye.
Brîtanya jî hişkbûna herî dijwar a vî 80 salê dawî dît. Li Brîtanya jî ji ber sedema kêmbûna çêriyê şîr pir kêm bû.
Li rojhilatê Fransayê jî ji Tîrmehê ve pirsgirêk giran hene. Ji Tebaxê ve li herêmên dî yên welêt bi ziwabûnê re têkildar gelek pirsgirêk hene.