Piştî Karamanê vê carê li Çewlikê îstîsmara zayendî derket holê
Îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan naqede. Êrîşeke din a îstîsmara zayendî li Çewlikê rû da. 4 ji bersûcên 40-50 salî hatin girtin.
Îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan naqede. Êrîşeke din a îstîsmara zayendî li Çewlikê rû da. 4 ji bersûcên 40-50 salî hatin girtin.
Mîna ya li Karamanê, li Çewlikê jî êrîşeke îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan derket holê. Derket holê, 7 kesan 3 salan dest avêtine zarokeke 16 salî. Bersûcên 40-50 salî ku esnafên taxê ne, hatin binçavkirin.
Li Çewlikê zaroka 16 salî dema nexweş ket, rakirin nexweşxaneyê. Doktorên li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê kontrol kirin, ji rewşa vê zarokê ket gumanan û pê re axivîn. Di dema vê sohbetê de eşkere bû ku zaroka 16 salî rastî êrîşa zayendî hatiye. Doktoran bi mûayeneyê re îstîsmara zayendî ya bi serê vê zarokê de hat, kirin belge.
YÊN DEST AVÊTINE ZAROKA 16 SALÎ, ESNAFÊN 40-50 SALÎ NE
Piştî ku agahî da polîsê li nexweşxaneyê, li bajêr binçavkirinan destpê kir. 7 kesan ji 13 salî heta 16 saliya vê zarokê, dest avêtin wê. Bersûc jî esnafên li taxê ne ku emrê wan 40-50 salî ye.
4 ji 7 kesên binçavkirî hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihirin. 3 kes jî serbest hatin bedan. Tê texmînkirin ku van sûcan dest avêtine hin zarokên din jî.
LI SER TWÎTTERÊ KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN
Li hemberî êrîşa îstîsmara zayendî ya li Çewlikê li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin. Bi hastag a #BingöldekiTecavüzeSessizKalma re kampanya hat destPêkirin.
Li Karamanê jî derketibû holê, ku mamosteyên wargeha Weqfa Esnar dest avêtin zarokên mêr.