'Pîrozên civakî bûn bingeha pirtûka min'

Nivîskar Nûman Amed ji ANF'ê re qala pirtûka xwe kir, ku bi navê "Etîmolojiya azadiyê" hatiye weşandin.

Nivîskar Nûman Amed pirsên ANF yên derbarê pirtûka wî ya bi navê ‘Etîmolojiya azadiyê’ bersivand û pirtûka xwe da naskirin.

Faktorên ku hişt hûn dest bi nivîsandina pirtûkeke bi vî rengî bikin çi bûn?

Bêguman gelek faktor hene ku em nekarîbin di vir de bi cih bikin, lê mirov dikare çend xetên qalind li vir rêz bike. Di danehevên dîrokî de em dizanin ku gelek peydayên arkeolojîk pişta xwe didin destan û pirtûkên pîroz. Bajarê mezin ê dîrokî Troya bi rêya destana Îlyada hate dîtin. Gelek şûnwarên Babîl û Akadî bi rêya Tewratê hatin peydakirin. Carinan hinek peyv rast û şaş bên bikaranîn dikarin gelek tiştan bidin guhertin û rêya herikandina dîrokê vajî bikin. Mînak peyva Horî û Hûrî li gorî vegotina Semîtîk e. Di tabletê de du tîpên dengdêr bi şêweyê ‘hr’ tê nivîsandin û har, hîr, hor û hûr hemû rastin. Telafûsa rast ger bermahî ji wan mabin dikare bê rastkirin. Ji ber van sedemên hanê jî peyv bi şêwazê ferhengî lêkolînkirin şaş e. Etîmolojî bi rengê ferhengî nekare bê lêkolînkirin. Divê dîrok, çand û civak têkel bê bikaranîn. Ger mirov bêje ‘hûrî’ di zimanê Kurdî de ‘hirî’ ye mirovê qurmeke gelek sitûr a peyvan peyda bike di zimanê Kurdî de. Hor bi Erebî rengê spî ye, kesên rengê spî li xwe dikin jî bi şêwazê hurra di wateya azadiyê de tê bikaranîn. Di çanda kevin a aryenîk de hirî weke petrola niha bi wate ye. Ger em ji hîtît ku neviyên Hûriyan tên naskirin heta Grekan dîrokê bişopînin hirî û bizin fakturek gelek mezin e. Hirî spî ye û di telafusên kurdî yên kevin de hurî jî tê gotin. Xelkê me yê Gûyî dibêje hûrî. Peyva hirî û amûrên pêve girêdayî xetek zirav dixe nava çanda Kurd û xizmên wan.

Di zimanê Sumerî de ‘gabar’ êlekê ji hiriyê hatiye çêkirine. Di kevin de ji kurdên Zerdeştî ku li zagrosan dijîn gabar dihate gotin. Gabarî û parsî ji bo Kurdên Zerdeştî û Farisên Zerdeştî ji hev cuda bikin hatiye bikaranîn. Niha jî weke sembol ev êlek li milê Hewreman û Erdelan û kit û mit li nav êzidiyan jî heye. Zemînê arkeolojiya çandî di zimanê Kurdî de veşartiye û gelek xebatên giranbiha jî tên kirin. Bi hezaran peyvên bi vî rengî hene û min xwest ez balê bikşînim ser wan.

Mebesta we ya ji bijartina sernavekî wiha ji bo pirtûkê çiye? Têkiliyeke çawa bi wêjeyê re heye? Ango mirov çawa dikare têkiliyekê di navbera wêje û azadiyê çêbike?

Her çiqasî ji sirûşek koka peyva etîmolojiyê jî çavkaniya xwe girtibe, mabest gelekî jê wirde ye. Koka peyvê ya herî kevin ‘xo êdy’ ye û paşê veguheziye ὁ ἔτυμος (ho étymos-xo êtmos) Peyv di wateya aydî xwe, tişta ya xwe de hatiye bikaranîn. Lê wekî me li jor jî got, naverok gelekî jê wirde ye. Azadiya Kurd û azadiya zimanê Kurdî li gorî min yek tişt e. Bingehê zimanê Hînt Ewropa Kurdî ye û azadiya zimanê Kurdî wê rê li pêşiya gelek nîqaşên nû vebike. Wezna Hînt Ewropa ji binî ve şaş e. Li gorî Noam Chomsky di ziman de tişta herî girîng xala sifir e. Ger peyvek bê ku pêvek girtibe û hatibe tewandin bi awayekî xwerû di kîjan zimanî de be, ew peyv ya wî zimanî ye. Dema mirov li gorî vê perspektîfê nêz dibe bi hezaran peyvên Hînt Ewropî, Kurdî ne. Koka her sê peyvên Azadiyê yên Ewropî û Erebî jî Kurdî ne. Ev her sê peyvên weke Freedom, Liberty, Hûrria Kurdî ne. Di pirtûkê de bi berfirehî li ser wan lêkolîn hatiye kirin. Di vir de tişta herî balkêş peyva azadiyê ya Kurdî ye. Peyva ‘Zî’ di zimanê Sumerî de tê wateya hênase û jiyanê. Di zimanê Kurdî de zî, gî û jî ji yek kokê tên. Jiyan û giyan, zayîn û zanebûn û heta peyva giyayê jî ji heman semantîkê tên. ‘Za’ û ‘zî’ yek peyvin û ji xwe hîn jî di nav zimanê kurdî de xwarzî û birazî bi heman wateyê tên bikaranîn. Etîmolojiya peyva azadiyê di wateya jiyan û zayînê de gelek tiştan dibêje. Zarok azad e û di baweriya Êzîdxan û Avestayê de dema giyana mirov ji lêpirsîna xwedê xelas dibe, dibe zarok. Ji ber van sedemên hanê jî di baweriya Ezdan a kevin de destwerdena zarok heta 7 salî qedexe ye. Azadî di zaroktiyê de ye.

Pirsgirêk û lêpirsîna wêjeyê ya bingehîn azadî ye. Destanên yekemîn ên afirandinê ne. Pirtûkên pîroz di mijara azadiya giyan û baweriyê de bi rêdikevin. Romanên realîst jî bi heman pirs û bersivê dikevin rê. Me xwest em berê van hemûyan bidin ziman û çanda Kurdî. Me xwest têkiliya azadî û wêjeyê bi vî şêwazî bidin çêkirin.

We di pirtûkê de qala modernîte û ronakbîriya Ewropayê û bandorê wê ya li ser wêjeyê kiriye; gelo dikarin bi kurtî ji me re bêjin bê ka bandoreke erênî û nerênî ya çawa li ser wêjeyê kiriye?

Ronakbîriya Ewropa ronakbiriyek sêyemîn e, lê mixabin xwe weke yekemîn rave dike. Di salên dawî de gelek nêrîn li ser hatine kirin, lê milê wê yê wêjeyê kêm dimîne. Ronakbîrî di cewherê xwe de wêje ye. Bingehê ronakbîriya Ewropa li du bajarên Îtalya bi zindîkirina latîn pêşket. Du karekterên herdu bajaran Casanova û Don jûan in. Ronesans bi herdu karekteran, Grek jî bi Îlyada û odysseûs ku hev temam dikin pêşket. Karekterên ronakbîriya Ewropa ev in. Bingehê ezezîtiya serdemê ev karekter in. Ronakbîriya Ewropa xetek pir stûr xist nav tevn û şêweyên wêjeyê û ji hev qutkir. Avesta ji Îlyada kevintire, lê di wêjeyê de nirxa herî mezin didin Îlyada.

Li gorî Hegel, roman ‘destana bûrjûva’ ye. Rast dibêje û roman bû lûtkeya wêjeyê. Tevn û cûreyên hemû wêjeyê ji bo cihek ji romanê re bê dîtin hatin dîzaynkirin. Çîrok kurt kirin, pirtûkên pîroz ji nedîtî ve hatin dîtin û tîp û karekter jî li gorî vê hatin çêkirin. Lehengtî ji dîrokê hat qutkirin. Li gorî me lehengtî parçeyek eşîrê ango êlê ye. Egîtî ye û ji xwe ev peyv bi xwe jî ji lehengtiya eşîrtiyê tê. Ronankbîrî hemû pêşketin û afirandin di xwe de bi sînor kir. Derfetên lêkolînên cuda daye xitimandin. Wêje û hunerê ji bona heqîqetê veşêre bikartîne.

We di pirtûkê de cihek girîng daye nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; çima?

Di Rojhilata Navîn û gelemperî cîhanê de kesê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji nedîtî ve bê an xayîne an dijbere an xafil e anjî kor e. Henaseyek gelekî xurt e ji bo jiyanê. Rê, Rêber û berdîtinek gelekî bi hêz e. Ji bo vê xakê û pirsgirêkên mirovatiyê kesên ku herî durist jiyan dike û di hizire ew e. Min ji ber vê gelek jê sûd wergirt. Neolîtîk û têkiliya wê ya bi Kurdan re. Sumer û rastiya Kurd, Dayika hejar, Jina dildar û şîroveyên li ser desthilatdariyê dike gelekî balkêş in. Tespîta wî ya Hevjiyana Azad supernova ye. Neteweya demokratîk û sosyolojiya azadiyê çavên mirov vedike. Pîrozên civakî bû bingehê pirtûka min. Ger di derbarê zanistên civakî de çi xebat bê kirin, divê seriyek li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê xistin.

Her wiha we sernavekê de gotiye çend gotinên nû derbarê cûrenivîs, nivîskar, leheng û tevna wêjeyê; dikarin bi kurtî ji me re qala wê bikin ango gotina we ya nû ya di vê derbarê de çiye?

Di rastiya xwe de ev pirtûk berga sêyemîn e. Li ser heman mijarê di pirtûkên din de jî bi berfirehî hatiye sekinandin. Ev sergotara vê pirtûkê hema dibe komkirina wan. Di wêjeya heyî de ji karekter zêdetir tîp li pêş e. Karekterên mirov lewaz kirine û şîroveyek li ser karekter kirin pir zehmet e. Li gorî çi karekter? Karekter bi giranî li ser sermaye û netew dewletê hatiye honandin. Ango li ser îktîdarê hatiye lêkirin. Karekter di van mijaran de nayê lêpirsînkirin. Di pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de beşek bi navê hevjiyana azad heye. Ev hem ji bo karekterê zilam, hem jî ji bo karekterên jinê krîterên giranbihane. Ji mirovê destpêkê heta niha tevnek xweş hatiye çêkirin. Di pirtûkê de karekter bi van pîvanan hatiye destgirtin.

Di wêjeyê de nivîskar jî karekter e. Heta karekterê bingehîn nivîskar bi xwe ye. Li ser derewên nivîskarên şirîk hatiye rawestandin. Ger nivîskar şirîkê desthilatdariyê be ev nayê qebûlkirin. Di zimanê me kurdan de pêşgira “ho”di wateya baş, qenc û zîrek de hatiye karanîn. Hozan û hunêr jî du peyvên ji van in. Hozan tê wateya zanebûna baş, honêr jî mirovê baş. Baş dizane û mêrên baş, tevna ez qal dikim baş rave dike. Di wêjeyê de gotina nû; xweza jî karekterek e. Xweza hew ne ji bona tasfîr, lê ji bona jiyanê tê destgirtin. Dudu civak jî karekter e. Çawa kes ango leheng weke karekter dikeve navenda wêjeyê êdî ew karekterek normal e. Xwezaya civakî û xweza du aktorên nû yên wêjeyê ne. Karekterê leheng dikeve nav herdu karekteran. Di mîtolojî û dîn de hem xwezaya civakî û hem jî xweza bi serê xwe karekter in. Di roja me ya îro de yek ji van sosyolojî, dudu jî ekolojî ye. Di serdemên kevin de ekolojî xwedî vîn e, civak bi xwe weke koma hemû nasnameyên lehengan yek nasname ye. Lehengtiya kevin û civak nekare ji hev bê qutkirin. Leheng nasnameya civakê ye. Lê mixabin modernîteya kapîtalîst lehengtî û ezezî kiriye yek tişt. Ev jî tîpe, lê ne karektere.

Herî dawî weke mêyzandineke giştî hûn bi wê pirtûkê re dixwazin çi peyamekê bidin xwendewanan?

Ez li ser etîmolojiya zimanê Tirkî jî di wateya hevberiya zimanan de xebatekê dikim. Asîmîlasyona zimanê Kurdî ne bi şêwazê perwerdê hatiye fikirandin. Bi sedan peyvên Tirkî li ser qurme peyvên Kurdî hatine avakirin û di ser van peyvan re têkiliyek balkêş bi zimanê Hîtitiyan ve çêkirine. Xwestine koka Kurdî rabikin. Di ser peyvên kurdî re têkilî bi Sumer, bi Hîtît û bi Grekê ango Yûnaniya kevin ve çêkirine. Çîroka kart û kûrt ji wir tê û xwestine bêjin zimanê Kurdî di van sedsalên dawî de peyda bûye. Pir bi dijminaniyek mezin nêzî Kurdan bûne. Kuştina Kurdan di ziman û di çandê de kirine armanc. Bi rastî jî mirov diricife ku çiqasî bi ziravî nêz bûne. Min li ser peyva ‘zî’ ya Sumerî lêkolîn dikir û min berê xwe da ferhengan. Di ferhenga Sumerî û Înglîzî de hevberiya peyva ‘zî’ jiyan û hênase bû. Dema min li ya Sumerî û Tirkî mêze kir mixabin min peyva ‘zî’ peyda nekir. Ji ferhengê gelek peyvên wisa derxistine. Ji ber ‘zî’ di zimanê Kurdî de jî heye. Di Sumerî de koka zîgurat jî ji vir tê. Li gorî zimanzanan zîgurat tê wateya girê bilind yê jiyanê. Peyva Zîgirat, zîggurat ji bona mabetên kevin ên Babîl û Aqadî hatiye gotin. Koka peyvê ji peyva ziqquratu ya Sumer-Akadî hatiye girtin. Di Sumer de zîggurat gir, aso ango cihê herî bilind e. Akadî tîpa ‘g’ ya Sumerî bi gelemperî dikin ‘q’ û diyare ku peyv di Sumerî de zîgirat e. Ev pênase, pênaseya kesên ku qafikên Sumerî çareser kirine.

Etîmolojî di sedsala me de wê bi giranî ji zimanê Kurdî re xizmet bike. Bi vê pirtûkê tişta dixwazim peyam bidim hew ne peyv, lê peyv jî di nav de civak, çand û dîrok bi şêweyekî bê ristandin û em ji nû ve bi Kûrahî li ser zimanê Kurdî lêkolon bikin.

Bangek we yê taybet heye gelo? Çiye?

Ez bi giranî ji bo gelên me yên Kurd û tevgera azadiyê jî di nav de bangawaziya zimanê Kurdî dikim. Bandoriyek mezin a tevgera azadiyê heye. Ez bawerim di hêla ziman de jî dikare rolek mezin bileyze. Weke xwesteka duduyan jî ji bo mirovên me Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava bi awayek hevbeş komên etîmolojî yên hevkar rêxistin bikin. Em zimanê Kurdî bi rêya etîmolojiyê dikarin gelekî xurt û zindî bikin. Dema min ev pirtûk amade dikir pêdiviya min gelekî bi zimanê Erebî û Farisî çêbû. Lê alîkarên min nînbûn. Ev lewazî bi şêwazê komên kar dikare bê derbaskirin. Sedsela me, sedsala zivirînadina berbanga mirovahiyê ye. Di vê berbangê de du şoreşên mezin hene. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibêje ev şoreşên ziman û çandiniyê ne. Em bawerin ku zimanê Kurdî di vê şoreşê de di rêza yekem de ye. Em bi evîn û coşê nêz bibin emê erkên xwe baş bi cih bînin. Ziman evîn e.