Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê didomin
37. salvegera damezrandina PKK'ê li gelek welatan tê pîrozkirin. Li Awûstûrya û Îtalyayê têkoşîna PKK’ê hat silavkirin û soza pêşxtina têkoşînê hat dayîn.
37. salvegera damezrandina PKK'ê li gelek welatan tê pîrozkirin. Li Awûstûrya û Îtalyayê têkoşîna PKK’ê hat silavkirin û soza pêşxtina têkoşînê hat dayîn.
37. salvegera damezrandina PKK'ê li gelek welatan tê pîrozkirin. Li Awûstûrya û Îtalyayê têkoşîna PKK’ê hat silavkirin û soza pêşxtina têkoşînê hat dayîn.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûrya duh 37. salvegera damezrandina bi hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku gelek Kurdistanî beşdar bûn, li Salona Dawetê ya Graz ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Kurd a Graz de 37. salvegera damezrandina PKK’ê hat silavkirin. Hat gotin ku tevgera PKK’ê ya sala 1978’an komekê da destpêkirin êdî bûye hêzeke ku ti kes nikare têk bibe, berxwedanên li Şengal û Kobanê ev careke din îspat kiriye. Di axaftinê de hat diyarkirin ku PKK li Rojhilata Navîn bûye garantora aştiyê.
Hat diyarkirin ku bi PKK’ê re polîtîkayên înkar û tinekirinê vala hatiye derxistin û êdî ti hêz nikare gelê Kurd ji nedîtî ve bê. Hat ragihandin ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi îlana xwerêveberiyan dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe û wiha hat gotin: "Hikûmeta AKP’ê bi binpêkirina pergala hiqûqa xwe Tahîr Elçî li kolanê qetil kiriye.”
Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û sê jinên şoreşger ên li Fransa hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin. Li salonê pankarta, “Berxwedana Kobanê, Berxwedana Mirovatiyê ye” hate vekirin.
Di şevê de hûnermend Ergîn Xelîkan, Sîmar, Hawar Komo, Nûarîn li ser dikê cihê xwe girtin.
PÎSA
Bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê li bajarê Pîsa yê Îtalya aktîvîteyek hat lidarxistin. Aktîvîte di şexse Tahîr Elçî de ji bo şervanê azadiyê û parasvanên mafên mirovan ên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê destpê kir. Di şeva ku Kurdên li Italya dijîn û dostên wan tevlî bibû de Mezza Lûna Rosso Kurdistan-Îtalîa Onlus ku bi kampanya ji bo alîkariya Kobanê bal kişandibû jî cihê xwe girt.
Nûnerê KCD-E yê Îtalya Kanî Mîran di axaftina xwe de bal kişand ku Tahîr Elçî di encama êrîşek bi plan hatiye qetilkirin. Mîran destnîşan kir ku qetilkirina Elçî li hember her kesê ku têkoşîna PKK’ê meşrû dîbîne tehdîd e, diyar kir ku ev zîhniyeta înkarker a dewleta Tirk bi ti awayî encamê nagire, îro PKK’e tevgerek civakî ya bi mîlyonan tê îfadekirin e. Mîran got, “di sedsala 21. de heqîqet bi xwe PKK’e ye” û bi bîr xist ku di vê de jî kedek bê hempa ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Mîran ragihand ku wê têkoşînê bigihînin serketinê û ji Ocalan re bibin bersiv.
Di bernameya aktiviteyê de Berbang, Narînxan, Bawercan, Sadik jî li ser dikê cih girtin.