Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê didomin
37. Salvegera Damezrandina PKK’ê li gelek navendan didomin. Li 4 taxên Nisêbînê yên berxwedan lê hene polîsan welatiyên 27’ê Mijdarê pîroz dikirin gulebaran kirin.
37. Salvegera Damezrandina PKK’ê li gelek navendan didomin. Li 4 taxên Nisêbînê yên berxwedan lê hene polîsan welatiyên 27’ê Mijdarê pîroz dikirin gulebaran kirin.
37. Salvegera Damezrandina PKK’ê li gelek navendan didomin. Li 4 taxên Nisêbînê yên berxwedan lê hene polîsan welatiyên 27’ê Mijdarê pîroz dikirin gulebaran kirin.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle tîmên taybet êrîş birin ser ciwanên ku 27’ê Mijdarê pîroz dikirin. Bi taybet li taxên Firat û Abdulkadîrpaşa ku welatiyan di pîrozbahiyê de gule berdan hewayê, fîşekên hewayî teqandin tîmên taybet li ser Cadeya Çagçag û qada Newrozê ya bi rojane di bin dorpêçê de ye êrîşî welatiyan kirin. Welatiyan jî bi fîşekên hewayî û dirûşman bersiv dan êrîşan.
AMED
37. salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê Meclîsa Taxa Hûzûrevlerî bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ku bi xwepêşandana fîşekên hewayî re dîmenên rengareng derketin holê. Gel agir vêxist li ber dahol û zirneyê govend gerand.
Li gel vê ciwanan li ser jorbihurka li Bulvara Riha pankarta “Em afirînerê PKK’ê Rêber Apo silav dikin”, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK’ê daliqandin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê welatiyan 37'emîn salvegera damezirandina PKK'ê bi lêxistina def, fîşekên hewayî û dirûşma "PKK gele, gel li vir e" pîroz kir. Gelê taxên Îskenderpaşa û Lalebey bi def û dirûşman heta çadira taxa Hasirliyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "PKK gele, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedayiyên Apo ne" û "Bijî berxwedana Sûrîçî" hatin berzkirin. Piştî ku gel gihişt çadirê agir pêxistin û li dora agir govend gerandin. Çadir bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. Heman demê de li seranserî taxên Sûrê fîşekên hewayî hatin teqandin. Şahî bi stran û gerandina govendê heya derengê şevê berdewam kir.
BISMIL
Li navçeya Bismilê 37. salvegera damezirandina PKK’ê li tevahî taxên navçeyê hatin pîrozkirin. Bi fîşekên hewayî yên li taxên Firat, Seyrantepe, Sanayî, Şentepe, Tekel, Avaşîn û Rojava hatin avêtin dîmenên rengîn derketin holê, li gelek deveran bi def û zirnê govend hatin gerandin. Pîrozbahiyên bi dirûşmên, “PKK’e gel e, gel li vir e”, “Bijî Serok Apo” hatin pîrozkirin bi saetan berdewam kir.
Li navçeya Farqîn a Amedê jî li çar aliyê navçeyê bi pêşendanên fîşekên hewayî yên hemwext ve tê pîrozkirin. Bi destpêkirina pêşendanên fîşekên hewayî yên hemwext ên li terqarêya girtîgehê ya Baglar, bûlvara bajarê Dîcle ya Kayapinar û taxa Selahattîn Eyyubî asîman rengîn bû.
STENBOL
Koordînasyona DEM-GENÇ a Stenbolê 37. salvegera damezirandina PKK’ê li Salona Ayhan Şahenk a li Navenda Çanda Garantî ya Kampusa Zaningeha Bogazîçî bi coşeke mezin pîroz kir. Li salona ku bi tevlîbûna gelek xwendekarî pîrozbahî hat lidarxistin, pankart û alên PKK’ê hatin daliqandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be PKK”, “Şehîd Namirin” hatin qîr kirin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya têkildarî 37. Salvegera damezirandinê hate xwendin. Di pîrozbahiyê de pêşendanên sînevîzyonê hatin kirin. Piştî pêşendanên sînevîzyonê, ciwan bi stranên bi xwe digotin govend gerandin.
Bernameya pîrozbahiyê bi stranên Koma Îsyan Ateşî bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Taxa Cûmhûriyet a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê salvegera damezirandina PKK’ê li pişt barîqat û xendekan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li cihê pîrozbahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ciwanên li navçeyê bi guleyên polîsan hatibûn qetilkirin hatin daliqandin. Bi destpêkirina aktîvîteyê ji Taxa Gungor jî girse hat tevlî bû û hejmara heyî gihişt bi hezaran. Pîrozbahî bi govend gerandinê coş girt, ciwanan dirûşma, “PKK’e gel e, gel li vir e” qîr kir.
Piştî rêzgirtina deqeyekê Hevserokê Meclîsa Gel a Geverê Şerafettîn Dede mafê axaftinê wergirt, got gelekî ku hat windakirin û tinekirin bi Ocalan re ji nû ve hat afirandin.
Piştî axaftinan pêşendanek sînevîzyonê ya derbarê dîroka PKK’ê hat temaşekirin, dema Ocalan derket ekranê bi hezaran deng bûn yek û gotin: “Bijî Serok Apo”. Piştî pêşendana sînevîzyonê, pîrozbahî bi stranên hunermendên xwecihî berdewam kir, govend hatin gerandin.
SILOPIYA
37. salvegera damezirandina PKK’ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya li Taxa Cûdî bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên PKK’e, KCK’e, bi posterên Ocalan û kadroyên pêşengên PKK’ê Hakî Karer, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Sakîne Cansiz, Viyan Soran, bi pankarta, “Em ê bi ruhê xwerêveberiyan 37'emîn salvegera damezrandina PKK bi azadiya Rêber Apo pîroz bikin" û li gel van jî bi flamayek kesk û sor û zer ya mezin hate xemilandin. Di dema pîrozbahiyên ku ciwan piraniya wê pêk tanî de jinan cilên xwecihî, ciwanan jî cilên ‘leşkerî’ li xwe kirin.
Di pîrozbahiyên ku bi rêzgirtinê destpêkirin de Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Silopiyayê Mahmût Yildiz diyar kir ku Silopiya di dîroka PKK’ê de xwedî cihekî girîng e, wiha axivî: “1988’an li gundê Girêçolya bi meşên girseyî berxwedanek girseyî ya dîrokî hat destpêkirin. Gelê Silopiya heta îro serî li hember dijmin netewand, bi ruhê berxwedanê yê roja destpêkê têkoşîna xwe derxistiye astek bilindtir.”
Piştî Yildiz mafê axaftinê Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir wergirt, destnîşan kir ku PKK’e partiya jin û ciwana ne. Dema axaftina Nayir, polîsên bi wesayîtên zirxî hatin ber barîqatan bombeyên gazê avêtin cihê pîrozbahiyê. Ji gazê bi sedan kes bandor bûn. Nayir axaftina xwe wiha domand: “Hikûmeta AKP’ê bi zîhniyeta DAIŞ’ê êrîşî me dike.”
Piştî axaftinan bi hezaran kesî bi stranên Koma Pel, Koma Şehîd Sara û Ahmet Farqîn govend gerandin. Li qada ku coşek mezin dihate jiyîn, her tim dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “PKK’e gel e, gel li vir e” hatin qîrkirin. Pîrozbahî heta derengê şevê berdewam kir.
ÎZMÎR
Pîrozbahiya 27’ê Mijdarê ya li Qada Newrozê ya Kadîfekale wê ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Konakê bihata lidarxistin rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hat. Li beranberî êrîşê ciwan ketin xweparastinê. Pevçûnên li kolanên navber jî berdewam dikirin, bi vekişandina polîsan bi dawî bûn.
ÊLIH
Li Êlihê polîsan pîrozbahiya ku hate lidarxistin polîsan xwestin asteng bikin. Pîrozbahiya li taxa Baglar ji aliyê wesayîtên zirxî yên li ser bulvara Goçerler bi cih bûne ve hate astengkirin. Lê ligel astengiyên polîsan li gelek deverên Êlihê gel bi fîşekên hewayî salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin.
Li Taxa Baglar a ku polîsan dorpêç kirine jinan bi tîliliyên xwe ve astengiya polîsan şermezarkirin û salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin.
RIHA
Komeleya Çand û Hûnera Rihayê bi munasebeta 25'ê Mijdarê li avahiya xwe pîrozbahî li dar xist. Li gel rêveberên HDP'ê û DBP'ê gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Salona Komeleya Çand û Hûnera Rihayê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi ala PKK'ê hat xemilandin û bê navber dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Di pîrozbahiya ku ji bo kesên di rêya azadiye de jiyana xwe ji dest dan rêzgirtin hat girtin de sînevîzyona ku qala dîroka PKK'ê û avahiya PKK'ê hat temaşekirin.
Piştî temaşakirina sînevîzyonê bernamê bi komên muzîkê ê Komeleya Çand û Hunêra Rihayê û bi govend girtine berdewam kir.
ŞEMZÎNAN
Salvegera damezrandina PKK'ê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ya 15’ê Tebaxa 1984’an guleya yekemîn lê hat teqandin hat pîrozkirin. Li gundê Şapatan, taxên Karşiyaka, Yenîmahalle û Moda heman wextî xwepêşandanên fîşekên hewayî pêk hatin. Di xwepêşandanê de dirûşmên, “PKK gel e, gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” bilind bûn.