Peyama Meclîsên Gundên Êzidî ya li ser Cejna Êzî

Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan ên li Bakurê Kurdistanê, bi wesîleya Cejna Êzî peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Em cejna Êzî ya civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin. Hêvîdar in ku wê civaka me ya Êzîdî cejnên xwe ji niha û pê ve li Êzîdxana xweser pîroz bike.

Civaka me ya Êzîdî bi hezaran sal in ku van cejnên xwe pîroz dike, bi vî rengî hebûna xwe diparêze û nirxên bingehîn ku hucreyên sereke yên mirovahiyê ne, diparêzin. Nirxên çandî û bawerî yên civaka me ya Êzîdî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Ji ber vê yekê ev cejn ne tenê ji bo Êzîdiyan, her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê hêja ne."

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi fermana 3'ê Tebaxa 2014'an hate kirin û hate gotin, "Çeteyên li dijî mirovahiyê ne, xwestin ku civaka me ya Êzîdî ji holê rakin. Lê belê gerîlayên me ku di mijara civaka me ya Êzîdî de timî hesas in û bala wan li ser e, bi 12 fedayiyên xwe pêşî li van çeteyan girtin û nehiştin ku civaka me ya Êzîdî bê qirkirin. Bi vî rengî mirovahî ji şerma qirkirinê rizgar kirin.

Rêber Apo ji bo jiyana azad û demokratîk a civaka me ya Êzîdî, timî bi hesasiyeteke mezin tevgeriya û hewl da. Di nava şert û mercên giran ên zindana Îmraliyê de jî timî ferman da ku xwedî li civaka me ya Êzîdî bê derketin û ew bên parastin. Ev hesasiyeta Rêber Apo ya der barê Êzîdiyan, ji bo tevgera me û gerîlayên me her tim bûye talîmatek ku divê bi cih were anîn. Pêkanîna xweseriya demokratîk a civaka me ya Êzîdî û avakirina hêza xweparastinê ya li dijî fermanan, ji bo me berpirsyariyeke dîrokî ye û talîmata Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê, ji bo civaka me ya Êzîdî cejnên xwe ji niha û pê ve li Êzîdxana demokratîk û azad pîroz bike, em ê bi her awayî destekê bidin wan. Em ê timî bi têkoşîna xweseriya demokratîk a Êzîdiyan re bin.

Cejna Êzî yek ji cejnên herî kevn ên dîrokê ye. Ji ber vê yekê, xwedî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ye. Bi vê wesf û giraniyê, divê civaka me ya Êzidî cejnên xwe hê bi rêxistinî, hê bi coş û nirxên bedew ên van cejnan pîroz bike.

Cejn, nirxên hebûnê yên civaka me ya Êzîdî ye. Li ser vê bingehê, em hêvîdar in ku wê civaka me ya Êzîdî hê bi sedan salan, bi hezaran salan li welatê azad cejna Êzî pîroz bike û Rojhilata Navîn a demokratîk biafire ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê yên Êzîdiyan dipejirîne û pêşî li fermanan bê girtin."