Perwerde-hîndekariya li Efrînê ya beriya dagirkeriyê -I

Efrîn beriya ku bê dagirkirin, di nava Şoreşa Rojava de yek ji herêmên ku ji aliyê rêxistinbûna civakî ve herî xurt bû. Di mijara perwerdeyê de, ji dibistana seretayî heta zanîngehê gelekî bi pêş ketibû.

Li herêma Efrînê, bi pêkhatina şoreşê re yekemcar sala 2011'an perwerdeya bi Kurdî hate dayin. Perwerdeya bi Kurdî ku ji aliyê çend ciwanan ve li hin mal û gundan hate dayin, bi 7 salan re veguherî sîstemekê û ji dibistana seretayî heta zanîngeha destpêkê ya Rojava gelekî bi pêş ket. Endam û mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civakî ya Demokratîk (KPC-Demokratîk) ji ANF'ê re qala perwerdeya li Efrînê kirin.

Ji sala 2011'an heta 2018'an li Efrînê di karê perwerdeyê de gavên gelekî mezin hatin avêtin. Beriya ku bê dagirkirin li Efrînê 50 hezar xwendekar hebûn. Ji endamên Rêveberiya KPC-Demokratîk Zinar Eloş ku ji destpêka şoreşê ve di nava karên perwerde û ziman de cih girtiye, bi bîr xist ku beriya sala 2011'an hin ciwanan li malan bi veşartî perwerdeya bi Kurdî didan. Eloş qala rewşa sala 2011'an bi şoreşê re derkete holê kir:

'BI ÇAR CIWANAN ME DEST PÊ KIR'

"Pêvajo bi çar mamosteyan dest pê kir. 6'ê Îlona 2011'an li gundê Dûrakli yê navçeya Şer ya Efrînê  yekem dibistana bi Kurdî hate vekirin. Tevî vê yekê hewl hate dayin ku Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bê avakirin. Li her navçeyê kom hatin avakirin û bi ciwanên ku dikarin perwerdeyê bidin re nîqaş hate kirin. Hejmara mamosteyên me gelekî kêm bû û pêwîstî bi mamosteyan hebû. Di navbera salên 2012-2013'an de li dibistanên Erebî hefteyê sê ya jî çar dersên Kurdî hatin dayin. Em wê wextê dikarin weke dema jinûve vejîna Kurdî bi nav bikin. Ji ber ku yekemcar li dibistanan perwerdeya bi zimanê Kurdî dihate dayin û yekemcar dibistanên Kurdî dihatin vekirin. Vê yekê kelecaneke mezin xiste nava dilê şêniyên Efrînê. Gel ji zimanê xwe hez dikir û dest bi hînbûnê kir. Bi taybetî zarokan dixwestin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, lê belê ji ber nebûna mamoste û alavan, ev yek pêk nedihat. Tevî van bêderfetiyan jî ji bo polên yekemîn, duyemîn û sêyemîn mamoste hatin perwerdekirin. Me hêdî hêdî sîstema xwe ava kirin."

'ŞOREŞA ZIMANÊ KURDÎ PÊK HAT'

Yek ji endamên KPC-Demokratî Berîhan Mistefa bi bîr xist ku di nava rejîmê de wan li dibistanên Erebî dixwendin, lê dîsa jî ji bo avakirina sîstema perwerdeya bi Kurdî wan hewl dan bidin pêş. Mistefa got, "Bi şoreşa Rojava re şoreşa Kurdî jî pêk hat" û wiha dewam kir: "Li navçeya Şerayê bi navê Şehîd Fewzî dibistana seretayî hate vekirin ku ev yek ji bo Kurdî bû gaveke mezin. Bi vê dibistanê re perwerdeya Kurdî li 7 navçeyan belav bû. Lê belê hejmara mamosteyên ku karibin xwendekaran perwerde bikin kêm bû. Tevî ku me hewl dan perwerdeyê bidin, asta me jî têrker nebû, lewma me ewilî dest bi perwerdekirina xwe kir. Bi vî rengî SZK ava bû. Diviyabû civak jî bihata qanihkirin ku heta wê wextê bi Erebî perwerde didît. Sala 2012'an em gelekî li ser ziman axivîn."

AKADEMÎ AVA BÛN

Mistefa diyar kir ku bi zêdebûna hejmara mamostyan re wan dest bi avakirina koman kir û perwerdeyên ku li polên yekemîn, duyemîn û sêyemîn karibin dersê bidin, hatin perwerdekirin.

Mistefa got, "Ji bo vê jî pêwîstiya me bi akademiyên ziman hebû. Li ser vê bingehê sala 2013'an Akademiya Şehîd Ferzad Kemanger ava bû. Dema perwerdeyê ya vê akademiyê du meh bûn. Di her dewreyê de 30 mamoste dihatin perwredekirin. Li akademiyê li ser gramer û wêjeya Kurdî perwerde dihate dayin. 650 mamoste li vê akademiyê perwerde bûn. Tevî vê yekê Akademiya Şehîd Arîn Mîrkan ava bû."

PÊWÎSTIYA BI DIBISTANA BILIND

Mistefa ragihand, di encama nîqaşa navbera SZK û Yekîtiya Mamosteyên Rojava de biryar hate dayin ku pêwîstî bi dibistaneke bilind heye û Peymangeha Şehîd Viyan jî li ser vê bingehê ava bû.

Mistefa got, "Ji bo me pêvajoyeke gelekî girîng bû, ji ber ku yekemcar li Rojava dibistaneke bilind a bi Kurdî perwerdeyê bide vedibû. Vê yekê li nava Efrînê jî gelekî deng veda."

Berîhan Mistefa diyar kir, tevî zor û zehmetiyan jî ji aliyê perwerdeyê ve ew bi pêş ve çûn û perwerdeya bi Kurdî êdî li nava civakê jî hate qebûlkirin.

HEJMARA DERS Û ZIMANAN HATE ZÊDEKIRIN

Mistefa bal kişand ser konferansa ku sala 2015'an di asta sê kantonên Rojava de hate lidarxistin û got, "Di vê konferansê de SZK bû KPC-Demokratîk. Kar hîn zêdetir hate berfirehkirin. Bi vê konferansê re perwerdeya bi Kurdî êdî ne ji pola yekemîn heta ya 6'emîn, heta pola 12'an hate destnîşankirin. Bêguman ev yek ji bo Kurdî gaveke gelekî girîng bû. Di heman demê de me zimanên din li derveyî vê sîstemê nehiştin. Li dibinstanên Kurdî piştî pola 4'an dersên bi zimanê Erebî û Îngilîzî jî hatin dayin. Li dibistanên Erebî jî ji pola 4'an û pê ve dersên Kurdî û Îngilîzî hatin dayin. Piştî pola 7'an jî dersa Fransî li sîstema perwerdeyê hate bicihkirin."

JI AKADEMIYAN HETA DIBISTANÊN BILIND

Zinar Eloş diyar kir, ku di dema şerê Kobanê de sê hevalên wan ên pêşeng şehîd bûn û got, "Ji bo em xwedî li bîranînên wan derkevin, me biryar da ku karê xwe berfirehtir bikin. Biryar hate dayin ku Akademiya Şehîd Zozan were vekirin. Wekî din li dibistanên bilind beşên Zîreet, Kompûter, Mekanîk û Wêjeyê hatin vekirin. Di navbera salên 2016-2017'an de êdî hemû alavên me bi Kurdî bûn. Li Akademiya Şehîd Zozan 400 mamoste perwerde bûn. Li vê akademiyê dersên jineolojî, felsefe, fîzîk, kîmya, dîrok, cografya û biyolojî dihatin dayin. Mamosteyên li vir perwerde dibûn, heta polên 7 û 12'an perwerde didan. Piştî perwerdeya 12 salan, ji bo xwendekar karibin perwerdeya xwe bidomînin yekemîn zanîngeha Rojava vebû. Li vê zanîngehê beşên Wêjeya Kurd, Mekanîk û Aboriyê hatin vekirin.

ALÎKARIYA MEXMÛRÊ

Eloş bi bîr xist ku ev sîstema perwerdeyê  beriya wan li Kampa Mexmûrê bi cih hatibû anîn û got, "Lewma di dema avakirina vê sîstem3e de gelek mamoste ji Mexmûrê hatin û alîkarî dan me."

Wê bidome...