Pêngava 15’ê Tebaxê li Erîvanê hat pîrozkirin
31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Ermenîstanê Erîvanê bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan bi civînekê hat pîrozkirin.
31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Ermenîstanê Erîvanê bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan bi civînekê hat pîrozkirin.
31. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li paytexta Ermenîstanê Erîvan bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan bi civînekê hat pîrozkirin. Kurdistaniyên li navendên weke Oktonberyan, Elegez Talin û Erîvanê dimînin tevlî pîrozbahiyê bûn. rêveber û endamên sazî û dezgehên Kurd, rewşenbîrên Kurd ên Ermenîtanê hunermend Egîdê Cimo, helbesvan Mirazê Cemal, nivîskar Hazen Drboyan, Serokê Şêwra Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê Kinyasê Hemîd, Seroka Kurdistan Komîte Jinyîka Qadîr û mêvanan ji Gurcîstanê hatibûn jî di pîrozbahiyê de amade bûn.
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Ji Kurdistan Komîte Dawûd Karasû yê civîn bi rê ve bir got, “Ev roj ji bo gelê Kurd rojeke vejîn û evîna rast e. Rojeke tolgirtina hezaran salan e û bi taybet jî rojeke tifaqê ye. Yekemîn guleya heval Egîd avêt bû sedema hebûna gelê Kurd. Em vê rojê di serî de li Rêber Apo, şehîdan, gerîlayan, hevalên di zîndanan, malbatên şehîdan û tevayî gelê me pîroz dikin.”
Piştî axaftina Karasû helbestvan Mirazê Cemal jî du helbestên li ser pêngava 15’ê Tebaxê nivîsandibû xwend.
Paşê bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê şêrînahî hat belavkirin.
Civîn bi dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Bijî gerîla”, “Bijî 15’êTebaxê” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.