Parêzer wê sibê li Gemlikê bin

Di 5. salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Komeleya Hiqûqnasên Azad û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê wê li Gemlikê tecrîdê protesto bikin.

Di 5. salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Komeleya Hiqûqnasên Azad û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê wê li Gemlikê tecrîdê protesto bikin.

Tecrîda di 5. Sala xwe de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêk anîn. Komeleya Hiqûqnasên Azad û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê wê li Gemlikê protesto bikin.

Hiqûqnasan daxuyaniya nivîskî dan,  bal kişandin ku ji  27’ê Tîrmeha sala 2011’an ve nikarin li gel muwekîlê xwe Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev pêkanînek derveyî hiqûqê ye û wiha dewam kir, “Girtîgeheke di bin serwerî û berpirsyariya desthilatdariya siyasî de ye, dijberî maf û berpirsyariyên di Qanûna Înfazê, Destûra Bingehîn û Hevpeymana Mafên Mirovan ên Ewropayê de heye tê îdarekirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexeya parêzeran hatiye rewşa îşkenceyeke sîstematîk a dethilatdariya siyasî û dewletê.

Di daxuyaniyê de tecrîda sîstematîk a Îmraliyê hat protestokirin û hat diyarkirin ku wê sibe li pêşiya Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn û wê serlêdana hevdîtina parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd re jî bê kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Azad û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê bang li parêzvanên mafên mirovan û kedkarên çapemeniyê kirin ku ji bo daxuyaniya wê sibe bê lidarxisin amade bin.