Operasyonên qirkirina siyasî: Li Îzmîr û Wanê 17 binçavî

Di operasyonên qirkirinên siyasî de li Îzmîr û Wanê 17 kes hatin binçavkirin.

Di operasyonên qirkirinên siyasî de li Îzmîr û Wanê 17 kes hatin binçavkirin.

Li Wanê piştî ku li Taxa Şehît Firat a Artemêtanê bûyer derketin têkîldarî binçavkirina du xebatkarên Şaredariya Artemêtanê, Midûrê Karên Fenê Ugur Cîhan jî hate binçavkirin. Cîhan bi şev di serdegirtina malê de hate girtin.

Operatorê kepçeyê Firat Çarti yê roja bihurî hate binçavkirin jî ji aliyê dadgehê ve hate berdan. Çavlirê ye Amîrê Garajê ya Şaredariya Artemêtanê Îsmaîl Kutukoglu jî îro derxin dozgeriyê. Firat Çarti li ser daxwaza ku wê bi kepçeyê gor bê kolandin çûbû Taxa Şehît Firat û li wir hatibû binçavkirin, kepçe jî hatibû desteserkirin. Amîrê Garaja Şaredariyê Îsmaîl Kutukoglu jî ji ber heman sedemê hatibû binçavkirin.

LI ÎZMÎRÊ SERDEGIRTINÊN MALAN

Li navçeyên Torbali û Menemen ên Îzmîrê jî serê sibehê polîsan bi ser malan de girt û 16 kes hatin binçavkirin. Di operasyonên hemwext de li Torbaliyê rêveberên HDP'ê jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin qereqolê û sedema binçavkirinan nehat hînbûn.

Li navçeya Menemenê jî polîsan li Taxa Asarlak deriyên malan şikandin 8 kes bi hinceta endamên YDG-H'ê ne hatin binçavkirin.

Li aliyê din duh êvarê 7 kesên ku di encama êrîşa li dijî standa ku ji aliyê ESP'ê ve ji bo piştgiriya Kobanê hatibû vekirin de polîsan 7 kes binçav kiribûn û ev kes piştî ku îfadeyên wan hatin girtin ji qereqolê hatin berdan.