'Okyanûs ne bi hişyarkirinê, lê bi hewldanan dikare bê paqijkirin'

Hawirdorparêzan diyar kirin ku agahdarkirina têkildarî qirêjiya plastîk a li okyanûsan wê pirsgirêkê çareser neke û destnîşan kirin ku bi rêya katamaranên mezin qirêjî dikare bê kêmkirin.

Tê zanîn ku her sal herî kêm 10-15 milyon ton çopa plastîk li nava derya û okyanûsan tên avêtin, yan jî bi rêya çem diherikin nava okyanûsan. Ev qirêjiya plastîk ji niha ve gefê li zindiyên li nava deryayê û paşeroja mirovan dixwe. Tê texmînkirin ku heta sala 2060'î çopa plastîk a li okyanûsan bigihêje 60 milyon tonî. Li gel vê yekê têkoşîna ji bo paqijkirina okyanûsan jî dewam dike.

Katamaran yek ji rêbazên vê têkoşînê ye ku çend roj berê ji aliyê komeleya hawirdorparêz a bi navê The SeaCleaners ve hate ragihandin. Kamaran konsepteke komeleyê ye ku ji sala 2016'an ve kar li ser tê kirin û di sala 2024'an de wê dest bi paqijkirina okyanûsan bike.

SALÊ 5-10 HEZAR TON ÇOP WÊ KARIBE BÊ HEVDAN

Katamaran ji aliyê The SeaCleaners ve bi saya bexşiyên hatine kirin bi 30 milyon dolarî tê çêkirin. Dirêjahiya wê 56 metre, firehiya wê jî 46 metre ye. Katamaran ku wê sala 2022'an dest bi kar bike, wê karibe saetê 3 ton çopa plastîk kom bike. Ev jî tê wê wateyê ku salê 5 heta 10 hezar tonî wê karibe kom bike.

Li vê keştiya mezin a paqijî û veguherandinê, bi saya banteke digere wê çopa plastîk ber bi jorê ve bikişîne. Bi rêya torên li derveyî keştiyê jî wê çop bê hevdan.

BI ÇEND SED JI VAN KEŞTIYAN, OKYANÛS DIKARE BÊ PAQIJKIRIN

Li gorî serokê The SeaCleaners Yvan Boûrgnon, di çarçoveya konsepta wan de bi çend sed ji van katamaran, qirêjiya li okyanûsan dikare bê paqijkirin.

Boûrgnon diyar kir ku karên ji bo hişyarkirin û agahdarkirina têkildarî qirêjiya plastîk a okyanûsan têrker nîne û anî ziman ku qirêjî li gorî hin çavkaniyan gihîştiye 30 milyon tonî û di sala 2060'î de wê bigihêje 60 milyon tonî.