Nîvê perperokên li Qraliyeta Yekbûyî li ber tunêbûnê ne

Hat ragihandin ku nîvê cureyên perperokên li Qraliyeta Yekbûyî li ber tunebûnê ne.

Komeleya Parastina Perperokan (Butterfly Conservation), diyar kir ku çar ji 62 cureyên ku hatibûn nirxandin, niha li herêmê tune bûne.

Her wiha hat gotin ku 5 cureyên din jî li ber tunebûnê ne.

Hat destnîşan kirin ku piştî nirxandina dawî ya sala 2011’an rewş xerabtir bûye û tevî 5 cureyên ku tune bûne, tunebûna giştî cûreyên perperokan ji sedî 26 zêde bûye.

Berpirsyarê zanista Butterflyê Richard Fox got ku mirov bi daneyên tunebûna perperokan matmayî dibe û wiha axivî: “Beriya van nirxandinan jî li Ewropayê celebê perperokan, perperokên Îngîlîzan di nav ên herî zêde xetereya tunebûnê re rû bi rû ne hebûn de bûn û niha 5 cureyên din ên perperokan li ber tunebûnê ne, ev tê wê wateyê ku zêdebûna zêdetirê yek ji çaran a tunebûna cureyan.”

Sedema zêdebûnê ya tunebûna cureyên perperokan yek jê qirêjiya ji ber azotê ya çandiniyê û guherîna avhewayê ye.