Newroz li Rûsyayê hate pîrozkirin
Kurdên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo mezinkirina berxwedanê bang hate kirin.
Kurdên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo mezinkirina berxwedanê bang hate kirin.
Kurdên li bajarê Krasnodarê yê Rûsyayê tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin. Tevî nûnerên saziyên Kurdan, nûnerên saziyên ji gelên cuda jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de ku li salona Opera Palasê pêk hat, Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Krasnodarê Îşxan Ankîsî axivî.
Ankîsî bi bîr xist ku Newroz berxwedan e, jiyan e, têkoşîn e û got, "Divê em Newrozê bi mezinkirina têkoşînê pîroz bikin. Li dijî dewleta Tirk a ku dixwaze me bê îrade bihêle, gelê me di Newrozê de biryardariyeke xurt nîşan da. Bi taybetî divê em xwedî li çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê derkevin û ji bo vê jî li her qadê têkoşînê mezin bikin."
Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva jî bal kişand ser têkoşîna jinan û anî ziman, jinên Kurd bi têkoşîna xwe ji jinên dinyayê hemûyan re bûne çavkaniya têkoşînê.
Broyeva berxwedana grevên birçîbûnê jî bi bîr xist û diyar kir ku ew bi doza wan a mafdar re ne.
Piştî axaftin û peyaman Hozan Sîmar, Ersîn, Roj Azad, Ahmed Bakî, Berfîn Mamedova, Beko û Kamran Lezgiyev, Delîl û Delîla, Koma Zarokên Rojê, Koma Govenê ya Kadoz û hunermendê Ermenî Ramîk Overtesyan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.