Neteweyên Yekbûyî li dijî madeyên kîmyewî pîvanên nû danî

Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mirovan û cîhanê ji madeyên kîmyewî yên xetere, pîvanên ewlekariyê yên nû pejirand.

Pîvanên gerdûnî yên nû ku ji bo madeyên kîmyewî yên dikarin zerarê bidin hawirdorê bi rengekî ewle bêne bikaranîn, roja Şemiyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê di konferansa Neteweyên Yekbûyî de hatin qebûlkirin.

Dîrektorê Bicihanînê yê Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNEP) Înger Andersen got, "Her mirovên li vê gerstêrkê divê karibin bêyî ku bi madeyên kîmyewî nexweş bikeve yan jî dûrî tirsa mirinê divê karibin bijîn û bixebitin."

Beşdaran her wiha Deklarasyona Bonnê qebûl kirin û soza vê yekê dan: "Ji bo jiholêrakirina madeyên kîmyewî yên bi zerar, ji bo pêşîgirtina li bandora van madeyan û li cihên pêwîstî pê heye madeyên kîmyewî bi rengekî ewle hildiberîne, sozê didin."

Pîvanên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin qebûlkirin, ji hilberînê heta bi bermayînê 28 armancên şênber datînin ber sektorên sereke. Hin ji wan pîvanan ew e ku bazirganiya neqanûnî ya madeyên kîmyewî û bermahiyên wan bêne astengkirin, qanûnên neteweyî bi cih bêne anîn, heta sala 2035'an pestîsît qonax bi qonax ji holê bê rakirin ku di çandiniyê de gelekî xetere ye.

Elmanyayê soz da ku ji bo bicihanîna çarçoveya ÛNEP'ê destnîşan kiriye 20 milyon euro bide.