Nêçîrvan ji bo qetilkirinê li Dêrsimê ne

Komek nêçîrvan ên biyanî bi armanca qetilkirina heywanên kovî hatin Dêrsimê. DEDEF’ê got ku “Demildest xakên me biterikînin” û destnîşan kir ku nêçîrvanî ne werzîş, cînayet e.

Komek nêçîrvanên biyanî ku bi armanca qetilkirina heywanên kovî yên li Dersimê hatine herêmê, li Mala Mamosteyan a Tûncelî ya li navenda Dêrsimê hatin bicihkirin.

Têkildarê vê mijarê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got, “Komek nêçîrvanên biyanî hatin Dêrsimê. Demildest axa me biterikînin. Destê xwe nedin jiyana van zindiyên ku ji ber dagirkeriya mirovan qadên wan ên jiyanê jixwe teng bûne. Em biryara kuştina van heywanên bêguneh red dikin. Ev zindiyên ku nivşên wan bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû ne, ne milkê bavên we ne. Hûn nikarin kengî dilê we xwest wana derxînin îhaleyê û bikujin, nêçîrvanî ne werzîş, cînayet e.