Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî

Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî ji sedî 80'yî nexweşiyên şekir, kolestrol, jinan û gurçikê derman dike.

Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî ku di bin sîwana Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de xwe bi rêxistin kiriye, sala 2018'an di çarçoveya pêşniyara Kongreya Star de ava bû.

Jinên ku li gundê Jinwar ê li Amûdê piştî perwerdeya bingehîn a ji 21 rojî tevlî karên dermanên xwezayî dibin, destpêkê bi naskirina herêm û nebatên Rojavayê Kurdistanê, hînbûna çêkirina dermên ji nebatan a li gorî pêwîstiyê, dest bi kar dikin. Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî ku saleke di asta amadekariyê de ye, giranî da ser karê keşifkirina nebatan, lêkolîn, komkirin, ziwakirin û depokirinê. Li gel vê yekê mohra xwe danîn binê projeyên hilberîna li bexçeyên xwe. Her wiha dixwaze şima û polenan hilberîne. Bi hilberandina dermanên xwezayî heta niha ji nexweşiyên şekir, kolestrol, gurçik, rovî û malzarokê re di asta ji sedî 80'yî de çare hatiye dîtin. Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî ji 108 cûre nebat, tov û berhemên heywanan derman hilberandiye.

JI NEBATAN SÛD TÊ WERGIRTIN

Li xaka dewlemend a Rojavayê Kurdistanê gelek cûreyên nebatan şîn dibin, lê belê het aniha sûd ji vê yekê ne hatiye wergirtin. Ji bilî melîsa, nene, herbal, hiro û beybûnê gelek nebat nayên naskirin, taybetmendiyên wan nayê zanîn. Yek ji mijarên sereke yê Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî ew e ku nehêle gelek nebat bi demê re tune bibe û sûd ji wan bê wergirtin. Li gorî lêkolînên Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî ya li Rojava, piraniya nebatan li Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê, li herêmên rizgarkirî ne. Li van herêman tenê weke çay têne bikaranîn.

Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî her wiha li gorî daxwaza mirovan derman çêdike. Bi tîman xwe ya ji 9 kesan ji bo naskirina taybetmendiyên nebatan û rê û rêbazên sûdwergirtina ji wan, pêvajoyeke berfireh a perwerdeyê tê lidarxistin. Her wiha bi Beşa Zîreetê ya Zanîngeha Rojava re jî karekî hevpar tê meşandin.

Endamên Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî Şehnaz Hesen Omer û Hamît Hesen nebatên li bexçeyê navendê yan jî ji deverên derveyî Rojavayê Kurdistanê têne anîn, rojeke bi tav têne komkirin û ziwakirin. Piştre jî ji hev têne cudakirin û bi cîhazan têne hêrandin. Ji nebatên têne hêrandin jî berhema tê xwestin tê hilberandin. Ji van nebatan jî berhemên ji kapsul, rûn, ava nebatan, krem û gelek berhemên mîna wan têne hilberandin.

Berpirsyara Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî Bêrîtan Hesen got, "Ji bo tedawiya bi dermanê xwezayî mirov dikare bibêje ku vegera li cewherê ye. Her nebatek xwedî gelek taybetmendiyan e. Beden ji bo bigihêje hevsengiya xwe ya normal, demeke dirêj divê. Divê ji nexweş re ev yek bê gotin; tedawiya dermanên xwezayî rêbazeke tedawiyê ya bi sebir e."

'DIVÊ NE ÇAREYA DAWÎ, LÊ ÇAREYA DESTPÊKÊ BE'

Bêrîtan Hesen ragihand ku çanda tedawiya dermanê xwezayî li Rojava hîn heye, lê belê tenê hin kes dikin û got, "Em dixwazin tedawiya dermanê xwezayî li nava civakê belav bikin. Em dixwazin jinûve bidin naskirin û bikin ku ne weke çareya dawî lê weke çareya destpêkê bê dîtin."

Bêrîtan Hesen ragihand ku gelek nexweşên têne navenda wan, piştre gelek nexweşên din bi xwe re tînin û got, "Ev yek jî nîşan dide ku ji tedawiya bi dermanê xwezayî kêfxweş in. Lewma mirov serdana navenda me dikin. Civak baweriya xwe pê tîne."

'DIVÊ EM LI ROJAVA DERMANÊN XWE BI XWE HILBERÎNIN'

Bêrîtan Hesen destnîşan kir ku ji bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dermankirinê û derman ve bi derve ve neyê girêdan projeya dermanên xwezayî gelekî girîng e û got, "Dermanên ji welatên derve tên gelo çiqasî cihê baweriyê ne? Gihaştina dermanan a ji Rojava re bi tena serê xwe meseleyeke ji ber ku ambargo heye. Ji aliyê maliyetê ve jî meseleyeke cidî ye, şert û mercên hatinê pirgirêkeke cidî ye. Yek ji sedemên destpêkirina vî karî jî avakirina binesaziyekê bû. Divê em li Rojava dermanê xwe bi xwe hilberînin. Dibe ku em nikaribin hemû dermanan hilberînin, lê belê ji bo yên karin hilberînin divê em bikevin nava hewldanan. Divê em agahiyên ji berê ve nû bikin, lêkolînan bikin. Aliyê xwe yê zanistî divê hebe, lê belê her tişt zanistî nîne. Nebat bi xwe heye, lewma ne hewce ye bê sentezkirin."