Navê Hafiz Akdemir û Hrant Dînk li du parkên Amedê kirin

Midûriyeta Baxçe û Parkan a Şardariya Peyasê bi biryara meclîsa şaredariyê re navên Hrant Dînk û Hafiz Akdemîr li du parkan kir.

Midûriyeta Baxçe û Parkan a Şaredariya Peyasê bi biryara meclîsa şardariyê re navên Hrant  Dînk û Hafiz Akdemîr li du parkan kir.

Navçeya Peyasê ya Amedê bi rêjeya qada xwe ya kesk ya serî kesî dikeve, li Tirkiyeyê yekem e  Du parkên ku nû çêkirin navê Hrant Dînk û Hafiz Akdemîr lê kirin.

PARKA HAFIZ AKDEMÎR

Bi biryara meclîsa şaredariyê re navê Hafiz Akdemîr ê 8’ê Hezîrana 1992’an li Amedê dema diçû buroya xwe jiyana xwe ji dest da, li parkê hat kirin û park ji Rêya Rihayê destpê dike heta rêya trênê ya diçe rêya Elezîzê didome û 12 hezar metrekare û 2 hezar 842 m dirêjiya wê heye. Park ji 5 beşan pêk tê û 4 parkên zarokan, yek ji bo zarokên astengdar, qadên sporê, banda meşê heye. 

PARKA HRANT DÎNK 

Her wiha parka din a li Gazîlerê hat çêkirin jî navê rojnamevanê Ermenî yê di 2006’an de li Stenbolê hat qetilkirin, Hrant Dînk hat kirin. 24 hezar metre çarçik e. Li parqê alavên sporê, sahaya sporê, qada lîstikê ya zarokan, rêyên meşê, hawiz heye.
Hevşaredarê Peyasê da zanîn ku ji bo bajar bibe bajarekî ku mirov dikarin lê bijîn divê qadên hêşîn bên zêdekirin û ji ber vê şaredarî xebatek mezin dimeşîne. Hevşaredar Fatma Arşîmet jî got ku wê navê kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bê danîn.