NASA: Wê berdêla hilweşandina li Heskîfê hebe

NASA’yê derbarê hilweşandina li Heskîfê got ku “Wê berdêleke vî tiştî hebe.”

NASA’yê wêneyê ji peykê yê Heskîfêa di bin Bendava Ilisûyê de weşand. Tevî wêne qala bandora Bendava Ilisûyê hate kirin. Di gotarê de hate diyarkirin ku ji bo Tirkiye di warê ekonomîk de mezin bibe ev bendav hatiye çêkirin û hate gotin ku “Wê berdêleke vî tiştî hene. Ev bendav bi qasî 190 kîlometrekareyê wê bandorê bike. Dema bendav tam tijî bibbe wê Heskîf di bin avê de bimîne.”

Wêneyê di 22’ê Sibata 2019’an û yê 12’ê Adara 2020’an li gel hev hate belavkirin. Di binê wêne de ev tişt hate diyarkirin, “Asta avê rojane 15 santîmetreyan bilind dibe. Çaryeka rezervûarê tijî ye û di mehên pêşiya me de wê 50 metreyê din bilind bibe. Ev jî têr dike ku Keleha Heskîfê di bin avê de bimîne.”