Namzetên HDP’yî li gelek navendan bi gel re hatin cem hev
Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê ji hilbijartinên 1’ê Mijdarê re ku saet man li Stenbol, Qers, Colemêrg, Wan, Erdexan, Mêrdin, Amed, Sêrt û Agirî bi gel re hatin cem hev û piştgirî xwestin.
Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê ji hilbijartinên 1’ê Mijdarê re ku saet man li Stenbol, Qers, Colemêrg, Wan, Erdexan, Mêrdin, Amed, Sêrt û Agirî bi gel re hatin cem hev û piştgirî xwestin.
Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê ji hilbijartinên 1’ê Mijdarê re ku saet man li Stenbol, Qers, Colemêrg, Wan, Erdexan, Mêrdin, Amed, Sêrt û Agirî bi gel re hatin cem hev û piştgirî xwestin.
STENBOL
Li Stenbolê herêma yekemîn xebatên hilbijartinê bi hemû leza xwe didomin. Li rixtima Kadikoyê standa hilbijartinê hat vekirin û broşurên HDP’ê hatin belavkirin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Kadikoy Semra Dogan, diyar kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hê zêdetir bi hêz bûne û ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê xebatên xwe dimeşînin.
QERS
Parlamenterên HDP’ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şafak Ozanlî, namzetê HDP’ê Onder Fîdanboy di roja dawî ya hilbijartinan de esnafên hala sebze û sîteya sanayiyê ziyaret kirin. Heyeta HDP’ê wê paşê biçe nexweşxaneyan, li wir nexweşan û xizmên wan ziyaret bikin.
Li gel vê gelek ciwanên endamên DEM-YOM a Qersê li Cadeya Faîkbey, Qada Cumhuriyet û Cadeya Kazim Karabekîr bi gel re hatin cem hev û belavokên “Dîsa dîsa Aştî, dîsa dîsa HDP” belav kirin.
Bi armanca şopandina hilbijartinan delegasyona Swîsreyî ya ji 9 kesan hat Qers û Erdexanê.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û parêzerên Baroya Colemêrgê li avahiya ÎHD’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de têkildarî hilbijartinan agahî hat dayîn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbûlût ê di civînê de axivî got ku ji bo ewlekariya sindoqan wê xebatan bimeşînin.
WAN
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Wanê Lokman Ergun û Zozan Yelîz Yildirim li navçeya Îpekyolû esnaf ziyaret kirin.
Namzetên HDP’ê yên li navçeya Bêgir a Wanê xebatên xwe dimeşînin, namzetê HDP’ê Nadîr Yildirim tevlî civîna gel a li Taxa Yavûz Selîm bû.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de namzeta HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, gundên Pans, Karaagaç, Derebey, Canik, Bagdaşan, Îkîcî, Çagribey, Derebelek ên Tûşba ziyaret kirin. Namzetên HDP’ê Tûba Hezer û Adem Geverî jî çûn serdana Yasîn Ozcan ê 9 salî yê hefteya bihurî wesayîta HDP’ê ya anonsê lê qelibibû.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û heyeta pê re li navçeya Payîzava bi gel re hatin cem hev.
ERDEXAN
HDP’ê di roja dawî ya hilbijartinê de ziyaretên xwe yên girseyî yên li navenda navçeya Golan û gundên wê bi dawî kirin. Namzetê HDP’ê yê Erdexan Taşkin Aktaş, Pervîn Tunbul û heyeta bi wan re bi girseyî li navenda navçeya Golan û gundên wê bi gel re hatin cem hev.
MÊRDÎN
Parlementer û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê di roja dawî ya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi silavkirin tûra navçeyan didomînin. Karwanê wesayîtan a parlamenteran li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran kes ve hate pêşwazîkirin.
Parlementer û namzetê HDP’ê yên Mêrdînê xebatên xwe yên hilibijartinê bi konvoyeke ji hezaran wesayîtan pêk dihat li navçeyan geriyan û bi silavkirinê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin. Di nav de ku parlamenter û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê Enîse Guneylî, Gulser Yildirim, Mîthat Sancar, Erol Guler, Alî Atalan û Erol Dora hebûn, di saetên serê sibehê de bi beşdariya navçeyên Qoser, Dêrîk, Şemrex, Stewrê û Artûklû li Qoserê hatin cem hev û tûra nav bajêr ewil li Qoserê da destpêkirin.
Nisêbîn bi ruhê berxwedanê kerwanê wesayîtan pêşwazîkirin
Piştî silavkirina Qoserê bi hezaran wesayîtan li ser rêya Îpekê berê xwe dan navçeya berxwedêr Nisêbînê. Karwanê wesayîtan di ketina Nisêbînê de ji aliyê sedan wesayît û hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin û paşê berê xwe navenda Nisêbînê. Dema karwan ket navenda Nisêbînê gel bû lehî û herikî ser kolanan. Konvoy ji aliyê deh hezaran kesan ve li ser kûçe û kolanên Nisêbînê bi rûhê berxwedanê hate pêşwazîkirin.
Parlamenterên HDP’ê gel silavkirin û her wiha di otobusa anonsê de bênavber silav li Qamişlo re jî şandin. Demek dirêj konvoy di nav navçeyê da ma û karwanê wesayîtan paşê derbasî navçeya Midyadê bû. Dê karwanê wesayîtan biçe Midyad, Mehsert, Rişmil û li navenda Mêrdînê dawî li tûra silavkirinê bîne.
AMED
Li navçeya Erxenî ya Amedê di çarçoveyê xebatên hilbijartinan de esnafên li navenda sûkê hatin ziyaretkirin. Hevşaredarê Erxanî Ramazan Kartalmiş, hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeyê, rêveberên partiyê û gelek kes tevlî vê ziyaretê bûn. Di ziyaretan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeyê Halîl Akçay axivî û ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê piştgirî ji welatiyan xwest.
Ziyaret heta saetên dereng jî berdewam kir.
Li Erxenî, mamzeta HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp û HDP’yiyên pê re bi erbane, def û zirneyê, bi tevlîbûna gel ve derketin tûra bajêr.
Dema gel belav dibû, polîsan xwestin ciwanekî binçav bikin, lewma alozî derket. Di êrîşa polîsan de ciwanekî navê wî nehate zelalkirin hat binçavkirin. Hate diyarkirin ku ciwanê hatiye binçavkirin birine Midûriyeta Emniyeta Erxeniyê.
SÊRT
Xebatên hilbijartina ku kêm saet jê re mane, bi tevahî leza xwe li bajarê Sêrtê didome. Heyeta HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatên xwe de li cadeyên Ozgen û Cûmhûriyet, sûka dîrokî a Helvacilar û Bakircilar çûn serdana esnafan û gel.
AGIRÎ
Li Agiriyê, parlamenterên HDP’ê Leyla Zana, Berdan Ozturk, Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Mehmet Emîn Îlhan, Hevşaredarên Agiriyê Sirri Sakik û Mûkaddes Kûbîlay bi hev re li cadeyên Cûmhûriyet, Eskî Wan, Yenî Wan, Qaqizman, Kutuphane esnaf ziyaret kirin. Namzetên HDP’ê bi konvoya sedan wesayîtî li ketina bajêr hatin pêşwazîkirin. Ber bi navçeya Zêtka ve derketin rê. Li vir HDP’yiyan gel silav kirin, rastî eleqeyek mezin hatin. Bi dirûşman hatin pêşwazîkirin.
Namzetên HDP’yî piştre derbasî navenda bajarê Agirî bûn, bi konvoyê li bajêr tûr avêtin.
DÎLOK
Heyetek ji partiyên komunîst ên Fransa û Tûnûsê û sendîkayan pêk dihat, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 1’ê Mijdarê de Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Dîlokê ziyaret kirin. Endamên Partiya Komunîst a Fransa Josîane Dûrrîeû, Îsabelle Paqûet, Marîon Honde, Rojnamevan Leo Pûrgûette, Nûnerê Sendîkaya CGT Tomas Lûdovîç û endamê Partiya Çep a Fransa Schîmmel Chrîstophe û bi wan re gelek kesên ji partiyan û sendîkayan di nav heyetê de cih girt. Namzetên HDP’ê yên Dîlokê Yûrdûsev Ozsokmenler, Sûltan Bayindir, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê Mehmet Karayilan, Dîlan Çetînkaya û rêveberên partiyê heyet pêşwazî kirin.
Heyetê diyar kir ku agahiyên li bajêr bi dest bixin wê bikin rapor û pêşkêşî raya giştî ya Fransa bikin.