Namzetên HDP'yî bang li gel kirin ku biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin
Namzetên HDP'ê di ziyareta esnaf, gund û navçeyan de bang li gel kirin û xwestin her kes biçin ser sindoqan.

Wekîl û namzetên HDP'ê li herêma Organizeya Pîşesaziyê ya Rihayê û taxên Haleplibahçe, Eyyubiye yên Rihayê, navçeya Siwêregê gundên Helbînî, Naaş, Artaş, Kinix, Nuxrût û Macûnê yên Xelfetiyê, gundên Bêrecûkê û Wêranşarê yên Rihayê ziyaret kirin. Di ziyaretan de li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin û xwestin biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin.
Wekîl û namzetên HDP'ê li navçeyên Erxenî, Sûr, Şehîtlîk, Karaz û Bismilê û gundên wan welatî û esnaf ziyaret kirin.
Namzetên HDP'ê li Meletiyê esnaf ziyaret kir û li Şirnexê jî semînerek pêk anîn. Li navçeya Hezexê jî civîna gel pêk anîn.
Li Êlihê esnafên Sanayê ziyaret kirin. Li navçeya Kercosê û Eynkafê gel ziyaret kir. Li Sêrtê û navçeyên Tilloyê esnaf hatin ziyaretkirin.
Li Dêrsimê jî li sûka navenda bajar broşur hatin belavkirin. Namzet û rêveberên HDP û DBP'ê di ziyaret û civinan de ji gel xwest ku di 1'ê Mijdarê de her kes biçin ser sindoqan.