MUB'ê Cejna Akîtû pîroz kir
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), bi wesîleya 1'ê Nîsanê Cejna Akîtû peyamek weşand.
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), bi wesîleya 1'ê Nîsanê Cejna Akîtû peyamek weşand.
Di peyama nivîskî de Cejna Akîtû hat pîrozkirin û hat gotin, "Yek ji cejnên herî kevn ên dîroka Mezopotamyayê 1'ê Nîsanê, li qada civakî û çandî xwedî girîngiyeke mezin bû. Lê belê ji ber êrîşên hêzên cuda yên li hemberî gel û nirxên me, xisareke giran rû da. Lewma Cejna Akîtû ji coşa xwe ya berê, ji pêşwazîkirina xwezaya ji nû ve zindî dibe, ji çalakiyên mîna festîvalê yên li Mezopotamya û Rojhilata Navîn, ji bedewiya xwe bêpar maey. Cejna 1'ê Nîsanê di rewşa heyî de mîna gelê me ji hev belav bûye, bê statu maye û mîna rastiyeke girîngiya xwe winda kiriye. Ji ber ku Cejna 1'ê Nîsanê ji cewhera xwe hat dûrxistin, rastiya wê hat berevajîkirin û xistine rewşeke pêkenokiyê."
'YÊ LI BER XWE NEDE NIKARE BI SER KEVE'
Di dewama peyamê de hat ragihandin, ku ji ber parçebûna gelê Suryanî (Asûrî-Keldanî-Aramî) û zexta hêzên serdest, bi sedan sal in nikare ti cejneke xwe bi awayekî azad pîroz bike û hat gotin destnîşankirin, ku ti têkoşîneke xwedî li dîroka gelê xwe dernekeve û li dijî dîktator û çeteyê faşîst tênakoşin, temsîla gelê wan nake û nikare bi ser keve.
Di dawiya peyamê de hat gotin, "Li welat û derveyî welat em bang li her kesî dikin ku xwedî li Cejna Akîtû 1'ê Nîsanê derkevin, tevlî çalakiyan bibin û ji bo yekîtiya neteweyî gavê bavêjin."