MUB: Divê polîtîkayên qirêj ên Erdogan vala bên derxistin

MUB, Komkujiya Simele di salvegera wê de şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hê jî zîhniyeta DAIŞ’ê cîhanê tehdîd dike, ji DYA û YE hat xwestin ku li hember DAIŞ’ê helwest bigirin û banga valaderxistina polîtîkayên DAIŞ’ê hat kirin.

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), bi wesîleya salvegera Komkujiya Simele daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî-Aramî bi taybetî li Iraqê, giştî li her parçeyê xaka xwe dibe hedefa êrîşên giran ên hêzên serwer. Gelên xwecih û qedîm ên Rojhilata Navîn ku bi polîtîkayên paqijiya etnîk û dînî hatine ber qiraxa tinekirinê, di roja me de careke din bi komkujiyên rêxistina hovîtiyê DAIŞ’ê re rû bi rû hatine hiştin.”

BANG LI DYA Û DEWLETÊN EWROPAYÊ HAT KIRIN

Di daxuyaniyê ku banga avakirina jiyaneke demokratîk hemdem hat kirin, ji DYA û welatên Ewropayê hat xwestin ku alîkariyê bidin gelên bindest. Her diyarkirin ku divê bala xwe bidin polîtîkayên ku çeteyên DAIŞ’ê xurt dikin û banga valaderxistina polîtîkayên DAIŞ’ê hat kirin.

MUB'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser vê xisûsê jî: "Gel û saziyên me yên welatparêz pêwîst e li her cihî ala berxwedana şehîdên me yên Simele bilind bikin. Pêwîst e dagirkirina Deşta Nînova li her cihî bê şermezarkirin, bi gelê me yê neçar ma cih û warê xwe terk bike û di nav şert û mercên giran de ye, pira piştevaniyê bê avakirin. Em Komkujiya Simele ya 7’ê Tebaxê û 6’ê Tebaxê dagirkirina Deşta Nînova ji bîr nekin.”