MLKP’ê li Swîsreyê şehîdên Mijdarê bibîr anî

Bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsreyê di bîranîna, “Ji Pirsûs heta Rojava şehîdên me banga şoreşê dikin” hatin gel hev.

Bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di bîranîna, “Ji Pirsûs heta Rojava şehîdên me banga şoreşê dikin” hatin gel hev. Bîranîn ku li navçeya Schlieren a girêdayî Zurîhê pêk hat Hevserokê SGDF’ê Oguz Yuzgeç, Metîn Kiliç ê di komkujiya Pirsûsê de hevser û kurê xwe winda kir jî tevlî bûn.

Li salona ku bîranîn hat lidarxistin wêneyên kesên di komkujiya Şoreşa Rojava, komkujiyên Pirsûs û Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan û alên MLKP’ê hatin daliqandin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya Şoreşa Rojava ya ji bo gelan û banga pêwîst e her kes xwedî li vê şoreşê derkeve û mezin bikin hat kirin.

Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftina li ser navê MLKP’ê de behsa pêşketina MLKP’ê ya di pêvajoya dîrokî de hat kirin.

‘BERPIRSÊ KOMKUJIYAN AKP’E YE’

Di axaftinan de têkildarî komkujiyên Pirsûs û Enqereyê hat destnîşankirin ku hikûmeta AKP’ê di komkujiyên li welêt pêk tên berpirsiyarê herî aşkera ye. Hat diyarkirin ku piştî 7’ê Hezîranê AKP’ê welat xist nav atmosfera derbeyê û bi vî awayî ketiye pêvajoya hilbijartinên 1’ê Mijdarê. Hate diyarkirin ku serketina îro AKP’ê bi dest xistiye ti rewabûna xwe tineye.

‘PÊWÎST E LI ŞOREŞA ROJAVA XWEDÎ DERKEVIN’

Hate ragihandin ku projeya jiyana nû ya di encama têkoşîna hevpar a gelan di Rojava de derketiye holê, di her beşa civakê de hêviyek mezin ava kiriye. Bang hat kirin ku wek berpirsyartiya dilsoziya bi şehîdan re divê her kes li Şoreşa Rojava xwedî derkeve û ji bo mezintir bibe jî her kes çi berpirsiyariyên dikeve ser milên wan bi cih bîne.

YUKSEKDAG: DIVÊ TÊKOŞÎN MEZINTIR BIBE

Her wiha, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ji bo bîranînê peyamek bi vîdeo şand, pêvajoya em tê re derbas dibin nirxand. Yuksekdag peyama ku pêwîst e her kes ji bo mezinkirina têkoşînê ji niha ve dest bi xebatan bike da.

Piştî axaftinan, bîranîn heta derengiya şevê bi stranên hunermendên herêmî berdewam kir.

...