Mijara 'Festîvala Fîlman a Exil a Navneteweyî ya Goteborgê' Kurdistan e
'12. Festîvala Fîlman a Exil a Navneteweyî ya Goteborgê' wê di 6'ê Mijdarê de bi nîşandana fîlmê 'Jin' ê derhêner Reha Erdem destpê bike û heta 12'ê Mijdarê bidome. Mijara bingehîn a festîvalê Kurdistan e.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
în, 6 sermawezê 2015, 07:52
'12. Festîvala Fîlman a Exil a Navneteweyî ya Goteborgê' wê di 6'ê Mijdarê de bi nîşandana fîlmê 'Jin' ê derhêner Reha Erdem destpê bike û heta 12'ê Mijdarê bidome. Mijara bingehîn a festîvalê Kurdistan e.
Di festîvalê de, tevî fîlmên li ser Kurd û Kurdistanê, wê li 74 fîlmên li ser mijarên; tevgerên femînîst ên li welatên Ereb, jinên bi çeka xwe beşdarî têkoşîna rizgariya civakî û neteweyî ya li welatên cuda yên cîhanê bûne û jiyana girtiyên siyasî, werin nîşandan.
Aliyê hevpar ê fîlmên di festîvalê de werin nîşandan, derhênerên fîlman e ku hemû neçar mane li sirgûnê bijîn.
Di çarçoveya festîvalê de, pêşengê karkeran û muzîsyen Jeo Hîllê beriya niha bi 100 salan di 19'ê Cotmeha 2015'an de li Amerîkayê hat gulereşandin û qetilkirin, wê bi çalakiyekê were bîranîn.
WÊ ŞEVA PIŞTGIRIYA KOBANÊ WERE LIDARXISTIN
Ji bo balê bikişîne ser şerê gelê Kurd ê li Kobanê, Rojava, Şengal û Başurê Kurdistanê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, festîvala îsal giraniyê dide fîlmên Kurd. Organîzatorên festîvalê, ji bo tevkarî û piştgiriyê bi xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bikin, di çarçoveya festîvalê de şeva piştgiriya bi Kobanê re lidar dixin.
Di malpera înternetê ya festîvalê de tê destnîşankirin ku serketina li Kobanê li dijî DAIŞ'ê hat bidestxistin hêvî daye gelên li herêmên şer dijîn, gelê Kobanê sîstema xwe bi awayekî bêhempa ji jêrê ber bi jorê ve ava kirine û sîstemeke demokratîk a ku weke xewnekê dihat dîtin, bi şêweyeke hînkariyê, bi cih tîne.
Hat ragihandin, ku tevî vê serketina cihê kêfxweşiyê ye, gel di nava xirbeyekî de dijî û pêwîstiya xwe bi alıkariya saziyên alîkariyê yên navneteweyî û civaka navneteweyî heye.
Di şeva piştgiriyê de, tevî muzîsyenên Swêdî wê ji Elmanyayê Darjûsh Shîrevan û ji DAY jî Prîsa Heydarî beşdar bibin.
LI SER KURD Û KURDISTANÊ WÊ 9 FÎLM BÊN NÎŞANDAN
Di festîvalê de wê li ser Kurd û Kurdistanê 9 fîlm werin nîşandan. Di vê çarçoveyê de wê fîlmê 'Rekord' ê Hawraz Mohammed ê ji 14 deqeyan, dokûmantera 'Dancîng for Change' a Shahrzad Arshada, fîlmê 'Kebab Connectîon' ê Hîner Saleem, fîlmê 'First Story's' ê Dana Karîm, 'Ball' ê Brwa Kamîl Atar, 'home and Key' ê Shwa Attaf, '10 Seconds' ê Aco Azîz Mîra û fîlmê '22/63' ê Azad Bastan bên nîşandan.