Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê 9’emîn Kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê 9’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî Di kongreya rastî eleqeyek mezin hat Turkan Budak û Sabrî Çîmen ji bo hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin.

Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanyayê ku saziya herî bilind a Kurdan e, kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Turkan Budak û Sabrî Çîmen ji bo hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin.

Kongre roja yekşemê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a li Haringeyê pêk hat. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşînê Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Bulent Ekîncî axivî. Ekîncî di axaftina xwe bal kişand ser hesasiyetên pêvajoyê û da zanîn rêxistiniya gelê Kurd a li Brîtanyayê pir girîng e.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî bi telefonê tevlî kongreyê bû û pêşketinên dawiyê nirxand. Kartal di axaftina xwe de got: “Em di pêvajoyeke gelekî girîng de ne” û bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û pêşketinên li Rojhilata navîn.

Kartal da zanîn ku AKP û Erdogan ji ber ku nikarin ji bo pêvajoyê bibin bersiv her tim li pey provakasyonan dikevin û got: “Erdogan mirovekî wisa ye ku dikare ji bo împeratoriya xwe ava bike, her tiştî bike. Bûyerên vê dawiyê li Agirî qewimîn parçeyek ji vê yekê ne.”

 ‘ERDOGAN PATRONÊ DAIŞ’Ê YÊ LI TIRKIYEYÊ YE’

Kartal bal kişand ser sîstema tarî ya çeteyên DAIŞ’ê li ser gelên Rojhilata Navîn ferz dike û got: “Patronê Tirkiye yê DAIŞ’ê Erdogan bi xwe ye, dixwaze bi hegemonyaya xwe sîstema xwe ya serokatiyê li ser gelan ferz bike.

Kartal diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk her tiştên ji destê wî tên dike û AKP û Erdogan berevajoyê vê yekê tişta ji destê wan dikin.

Kartal  bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got: “Armanc ne tenê temsîliyeta li parlamentoyê ye, ev yek tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya siyasî li Tirkiyeyê. An wê Erdogan bi hewldana xwe ya padîşahiyê bibe destpêkek tarî pêk bê, yan wê bi serketina HDP’ê Tirkiye wê ber bi pêşerojek nû ve biçe. Ger CHP bi çend pûanan pêş bikeve an paş bikeve, nikare bandoreke cidî li rawestandina Erdogan bike. Tenê hêza dikare Erdogan rawestîne HDP ye.”

DIVÊ EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIXEBITIN

Kartal da zanîn ku ew ê dengên hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê bandoreke mezin li encamên hilbijartinê bike. Kartal got: “Ger em Kurdistanî û Tirkiyeyê xebateke serketî bikin ew ê bihêlin ku HDP bi ser bikeve û em ê bandoreke cidî bikin. Bi bî awayî wê hilbijartineke nû destpê bike. Ji ber vê jî divê em bi ruhê seferberiyê bixebitin. Divê em li deriyê her kesê bidin. Bi taybet jî divê em xwe bigihînin civaka Elewî ya ku destekê dide CHP’ê û xebateke cidî bimeşînin.”

TÊKOŞÎNA JINAN KELECANÊ DIAFIRÎNE

Piştre ji Partiya Keskan a Înglîz Hackney Gordon Peters têkildarê pêvajoyê axivî û bal kişand ser rola têkoşîna jinan a li Rojava û da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd a li Rojava kelecanê diafirîne. Peter her wiha, da zanîn ger ew bêne hilbijartin karê wan ê pêşî wê derxistina Navê PKK’ê ji lîsta terorê be. Peters da zanîn ku ew ê ji bo vê yekê di asta hikûmeta Îngilîz de her tiştên pêwîst bikin.

NE NETÊ DI HILBIJARTINAN DE, XEBATEKE HEVPAR A DEMDIRÊJ

Piştre namzeda Partiya Keskan Charlotte George axivî û da zanîn ku ew ne tenê di hilbijartinan de hevkariya hev bikin, ew dixwazin hevkariyeke demdirêj hebe. George diyar kir ku ew dixwazin hevkariyeke demdirêj bi gelê Kurd re bikin.

Hevserokê Meclîsê Bulten Ekîncî rapora xebatê ya salane xwend û bal kişand ku piraniya raporê ji rexnedayinê pêk tê. Di raporê de bal kişandin ser girîngiya xebatê û pêvajoyê. Piştî gotûbêjên têkildarê raporê, avêtin dengdanê û rapor bi piraniya dengê delegeyan hate qebûlkirin.

BUDAK Û ÇÎMEN JI BO HEVSEROKATIYÊ HATIN HILBIJARTIN

Rojeva dawî ya kongreyê jî hilbijartin bû. Di hilbijartinan de Turkan Budak û Sabrî Çîmen bi piraniya dengan ji bo hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin. Her wiha, di kongreyê de komîsyon hatin avakirin û ji bo Meclîsa Gel a Kurdan 151 kes hatin hilbijartin.

Hevserokên nû yên meclîsê axivîn û sond xwarin. 

...