Maskeya xwe hûn çêbikin!

Ji ber hêla vîrûsa koronayê firotina maskeyan pir zêde bû. Vê jî kir ku personelên tendiristiyê yên ku pê maskeyê hewce ne mexdûr bibin.

Ji bo ku li ser pergala tendiristiyê strêseke dîtir neyê çêkirin, hûn dikarin maskeyên xwe çêbikin. Li gelek welatên Ewropayê welatiyan dest bi çêkirina maskeyên xwe kirine. Ji bo parvekirina tecrûbeyan li torên sosyal malper hatin avakirin. Ev maske her çendî bi qasî maskeyên tibî ne karîger jî bin lêkolînên ku hatine kirin  hemû maske partîkulên vîral kêm dikin.

Serwîsa Tendiristiyê ya Federal a Belçîkayê SPF Santê Publîque hin pêşniyar dan u mirov baş dihemînin:

-Paçikên ji hev cihê ji yên yek qatî bêhtir dihemînin.

-Materyalên mîna kîsên melkesên ceyranê fîltre dikin fikrekî baş e.

-Paçikên mitbexê ji paçikên bipembû çêtir in. Paçikên ji hirî û sentetîk kêmtir diparêzin.

-Maskê di mekînê de bi aveke gelekî germ divê werin şuştin.

-Bila maske dora bêvilê û çeneyê baş bigire, dema maske li ber devê we divê hûn karibin ji dev û bêvilê hilmê bistînin.

Çend pêşniyar li ser maskeyên ku hatine hiberandin:

-Beriya ku hûn destê xwe bidin maskeyê pêşî destê xwe bi av û sabûnê xweşik bişon.

-Destê xwe nadin aliyê hundir ê maskeyê. Mirov ji rengê wê dikare aliyê hundir nas bike.

-Carê bi serikên maskeyê bigirin û wiha bidin ber devê xwe an jî derxînin, heta ji we tê destê we bila dûrî rûyê we be.

-Dema ku ne hewce be maskeyê nedin ber devê xwe. Dema ku hûn li malê tecrîd bin, li odê dema ku hine dî hebin bidin ber devê xwe.

-Maskeyê rojê bi kêmanî carekê bi ava 90 pîleyî germ bişon û paqij bikin.