Maseya Krîzê ya piştî komkujiya Enqereyê hat avakirin sibe tê rakirin

Maseya Krîzê ya li dû komkujiya li Enqereyê ya 10’ê Cotmehê li ber Nexweşxaneya Numune hat avakirin, piştî hejmara birîndaran kêm bû wê ji sibe û şûn ve bê rakirin.

Maseya Krîzê ya li dû komkujiya li Enqereyê ya 10’ê Cotmehê li ber Nexweşxaneya Numune hat avakirin, piştî hejmara birîndaran kêm bû wê ji sibe û şûn ve bê rakirin.

Piştî komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê di pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ve li pêşiya Nexweşxaneya Numune Maseya Krîzê hatibû avakirin. Maseya Krîzê sibe tê rakirin. Maseya Krîzê ya piştî komkujiya ku 102 kesan jiyana xwe ji dest dan hat avakirin tevahiya 19 rojan pêdiviyên bingehîn ên cih û xwarinê yên malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne bi cih anî. Têkildarî encamên komkujiyê xebat meşand.

Li gor agahiyên ji rayedarên Maseya Krîzê hatin wergirtin, li nexweşxaneyên cuda yên li Enqereyê 26 birîndar tên tedawîkirin. Ji birîndaran 5 kes li beşa lezgîn tên dermankirin.

Li şûna Maseya Krîzê ya li ber Nexweşxaneya Numune pêdiviyên birîndar û malbatan wê ji aliyê 4 rêxistinan ve ji navendekê bên bicihanîn.