Maliyeta bobelatên sirûştî û mirovî zêdetir bû

Tê gotin maliyeta ji ber bobelatên sirûştî û mirovî ya îsal li gorî salên bihurî pir zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya yek ji şîrketa navdar a Swîsre Swîss Re îsal bobeletan ziyaneke pir mezin da mirovahiyê.

Li gorî  daxuyaniyê 2020'an maliyeta giştî ya bobelatên bi destê mirovî wê bigihije 83 milyar dolarî.

Swîss Reyê ragihand maliyeta bobelatên sirûştî gihaşte 76 milyar dolarî, ev jî li gorî 2019'an tê maneya zêdebûna 40 ji 100'î.

Di eynî daxuyaniyê de hate goitn 2020 ji 1970'an û vir be bûye sala 5'an a maliyeta wê pir zêde ye.

Li gorî hesabên Swîss Reyê şiliya zêde, rabûne çem û robaran û şewata daristanan û bager 70 ji 100'î yên ziyanên ji ber sirûştê pêk tînin.

Tenê li Atlantîka Bakur maliyeta bager û tayfûnan bû 20 milyar dolar. Her wiha hate diyarkirin ziyana 2020'An li gorî salên 2005 û 2017'an kêmtir bûye.

Hişyarî hate dayin guherînên avûhewayî yên ji ber germbûna global salên bê wê zêdetir bibe.

Li aliyê dî maliyeta ji ber bobelatên sirûştî yên li cîhanê, 45 ji 100'î şîrketên sîgortayan dan, van 10 salên dawî para dayina ziyanan a şîrketên sîgortayê 37 ji 1002î bû û bi vî rengî 2020'an rekoreke dî hate şikandin.