Malên Berê yên Wanê êdî nema ne

Malên Berê yên Wanê, di bin navê veguherîna bajêr û dagirkeriya 'çêbike-bifiroşe' de tune dibin.

Li Wanê piştî erdheja sala 2011'an û rejîma qeyûm, xaniyên dîrokî yên Wanê li ber tunebûnê ne.

Xaniyên Berê yên Wanê ku bi Kerpîç û ka tên çêkirin, havînê hênik û zivistanê germ in, ji ber projeyên veguherîna bajêr, xisarên qeyûm û hewldanên fîrmayên çêbike-bifiroşe tune dibin.

Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB'ê Mîhaîl Atîk ji ANF'ê re axivî û got, "Di destpêka sala 1900'î Wan bû xwedî feraseteke xweser a avaniyê. Ji bo hîn bêhtir xwe li erdhejê rabigire, xanî bi du qatî hatin çêkirin û bêhtir ewle bûn. Rastî û bandora vê yekê mirov dikarin bi van xaniyan bibînin hîn jî hin ji wan li ser hîmên xwe ne."

Atîk diyar kir ku bi hilweşandina van xaniyên xweser ên Wanê re li şûna wan avahiyên hîn metirsîdar ên ji bo qezencê tên çêkirin, hatine avakirin. Atîk got, "Herêmên ku xaniyên kevn dîrokî yên Wanê lê ne bi lez û bez pêşkêşî îmarê hatine kirin û veguherîne navendên rantê. Li gelek herêman bêyî ku zemînê lêkolîn bikin avahiyên bilind hatine lêkirin. Di heman demê de bêyî ku guh bidin rewş û xemla bajêr, herêm hatiye parvekirin. Piştî karesata erdhejê li Wanê dest bi lêkirina avahiyên bilind û qaçax hate kirin. Li şûna xaniyên ji kerpîçan, avahiyên bilind ê çêbike-bifiroşe hatin lêkirin. Li Wanê ku salên dawî qirêjiya hewayê û gemarîbûna Gola Wanê lê der bûye, yek ji bedewiyên herî girîng ên winda dibe xaniyên kevn ên Wanê ne. Ji van xaniyên dîrokî ku berê bi hezaran ji wan hebû, niha tenê du xanî mane."