Malbatan AKP’a ku goristanan bombe dike û cenazeyan li erdê kaş dike lanet kir
ÎHD û xizmên windayan li Amed, Gever, Êlihê û Şirnexê aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin an jî qetilkirin pirsîn.
ÎHD û xizmên windayan li Amed, Gever, Êlihê û Şirnexê aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin an jî qetilkirin pirsîn.
ÎHD û xizmên windayan li Amed, Gever, Êlihê û Şirnexê aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine windakirin an jî qetilkirin pirsîn. Di çalakiyan de ji bo ku hesabên qetlîaman bê pirsîn hate xwestin ku hemû kes sibehê biçin ser sindoqan.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ÎHD’ê û xizmên windayan li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 82’an li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî piştgirî da çalakiya vê hefteyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Şevket Karamanin ê 1996'an ji hêla ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin pirsîn.
Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata Karamanin, nûnerê ÎHD’ê Tayîp Canan çîroka wiha windakirina Karamanin vegot û wiha axivî: "Şevket di denga xwe de kêm bû ji ber ku denga wî ne li cih bû ji aliyê hemû kesî ve di hat heskirin. Şevket Karanmanin ji bo ku derbasî mala xwe bibe li ber qeymeqamtiyê derbas dibe û di vê navberê de polîsên ku ewlehiya qeymeqamiyê digirin û bi Karamanin qîr dikin li ser vê yekê Karamanin jî ber ber lojmanên leşkerî ve direve. Li ser vê yekê leşker jî Karamanin gulebaran dikin. Piştî ku leşkeran Karamanin qetil kir gotin me PKK’iyek kuşt û qetilkirina Karamanin bi guleyan pîroz kirin. Di heman şevê de polîs hatin mala Karamanin. Polîsan bavê Karamanin, Titan Karamanin xistin wesayita zirxî û birin ber derî nexweşxaneyê gotin ti wî nas dikî Karamanin got ev kurê min e. Cenazeyê Karamanin piştî otopsiyê dan bavê Karamanin. Malbata Karamanin gilî kir lê heta niha ji vê yekê ti encam nehatiye girtin."
Piştî çîroka Karamanin Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak axivî û diyar kir ku qatilên windayan diyar in. Irmak da zanîn ku doza wan kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin ti caran nayê jibîrkirin û heta dewlet hesabê van windayan nede gelê Kurd dest ji berxwedana xwe ber nade. Irmak destnîşan kir ku ev xwediyê torosa spî dewlet bi xwe ye ev JÎTEM a ku qebûl neke jî dewlet bi xwe ye. Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd bi torosên spî bitirsîne lê gelê Kurd bi torosan natirsin." Irmak herî wiha got: "Sibê hilbijartineke girîng li pêşiya gelê Kurd e ev jî parçeyek berxwedana gelê Kurd e ji bo ku em hesabên wan komkujiyan ji dewleta Tirk bipirsin hemû gelê me bila biçin ser sindoqan û bersiva komkujiyên dewleta Tirk bidin."
Piştî axaftina Irmakê 5 deqeyan çalekiya rûniştinê pêk hat.
AMED
Li Amedê xizmên windayan û ÎHD di hefteya 351'emîn de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, parêzerên ÎHD'ê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bi sedan wêneyên kesên winda hatin raxistin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku sûcên li dijî mirovahiyê nayên efûkirin û dem bi ser de naçe. Bîlîcî da zanîn ku ew ê her tim li qatilên kesên winda bigerin û heta dawî têkoşîna xwe ya bi maf berdewam bikin. Bîlîcî destnîşan kir ku qatilên kesên winda dewlet e, ev ji aliyê gelek fermandarên leşkerî ve hatiye pejirandin û wiha got: "Heta dewlet bi van kirinan re rû bi rû nebe, li Tirkiyeyê aştî pêk nayê." Bîlîcî bang li gelê Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Ji bo li Tirkiyê jiyanek bi aramî pêk were divê her kes sibehê biçe ser sindoqan."
Piştî axaftinên Bîlîcî Endamê Lêgerîna Kiryarên Windayî û Qetilkirinên Kiryar Nediyar Prz. Abdullah Zeytûn serpêhatiya qetilkirina Bedrî Tan xwend.
Zeytûn serpêhatiya Bedrî Tan li gorî vegotina birayê Bedrî Tan xwend.Tan, "Di 13'ê îlona 1994'an de li gundê Kuçukkadi yê leşkerên girêdayî Fermandariya Navenda Amedê set di 19.30'an de avêtin ser mala me. Birayê min Bedrî di wê demê de keyayê gund bû. Di serdegirtinê de hemû ferdên malbatê li odeyekî kom kirin lê birayê min di odeyek din de îşkence kirin. Dengê wî dihat me. Piştî nîv saetê birayê min li wesayîta zirxî siwar kirin û birin. Dema birayê min li wesayîtê siwar kirin, me dît ku miriye û di odeyê de vereşana wî hebû." Zeytûn vegotina birayê Tan wiha berdewam kir: "Em çûn Fermandariya leşkeran û me got 'Bedrî Tan ji mal hatiye girtin'. Subayekî ji me re got ku 'kesek li vir nîne, herin li devê rêyan bigerin'. Piştre me cenaze ji Fermandariya jendermeyan a navenda Haniyê di torbeyekî de girt. Ji bo ku em dozê venekin em tehdît kirin û gotin ‘yan wê dawiya we jî wiha be'. Piştre girteka mirina birayê min ji aliyê Dozgerê Komarê yê Hênê ve hat sererastkirin. Bê ku îfadeyên me bên girtin dozger da nîşan ku 'Bedrî Tan di pevçûnê de hatiye kuştin.’"
Piştî xwendina serpêhatiya Bedrî Tan 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
ÎHD û xizmên windayan li Êlihê jî ji bo aqûbete xizmên xwe yên winda bipirsin li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Li ser navê xizmên windayan aktîvîsta ÎHD'ê Songul Altun axivî û diyar kir ku ji bo ku ji kiryaran hesab bê pirsîn li benda welatekî bi hev re di nava biratiyê de bijî ne. Altun destnîşan kir ku bi salan e her hikûmet di nava sîstema dewletê ya tinekirinê de cih digire û wiha axivî: "Ev welat veguherandin girtîgeha vekirî ev ne bes bû kirin laboratuara bombeyên zindî."
Altun got ku rayedarên dewletê heta niha ji bo aqûbeta windayan ti berpirsyarî negirt û nirxandina "Heke hûn vî welatî bi rê ve dibin hûn kujerê her kuştinên ku kiryarên wan nabînin hûn in."
ŞIRNEX
Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Mehmet Emîn Ozalp û Nurettîn Erşek ên di 1994'an de hatin windakirin pirsîn, di çalakiyê de zarokan jî wêneyên hevalên xwe yên li Cizîrê di dema rêveberiya awarte de hatin qetilkirin hilgirtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin qetilkirin an jî hatin windakirin bipirsin û ji bo ku kiryarên wan bên darizandin cara 355'emîn hatin cem hev. Xizmên windayan ji ber 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi qurnefîlan ve hatin kolana Hunerê. Di çalakiya malbatên kesên ku di 9 rojên rêveberiya awarte hate îlankirin de hatin qetilkirin jî di çalakiyê de bûn. Wêneyên zarokên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin jî hevalên wan hilgirtin.
'DESTHILATDARIYA GORISTANAN BOMBEBARAN DIKE'
Di çalakiyê de Nûnerê ÎHD'ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pusat axivî û destnîşan kir ku li welat şerekî giran heye û her roj mirin diqewimin. Pusat destnîşan kir ku desthilatdarî ji bo ku vî şerî bide rawestandin tiştekî nake û wiha axivî: "Ev desthiltdarî wê wek desthilatdariya ku goristanan bombebaran dike derbasî dîrokê bibe. Di ti şerê cîhanê de ev tiştên ku desthilatdariya AKP'ê daye jiyandin tineye. Di ti şeran de mirî li erdê nehatin kaşkirin. Em di dema ku exlaq di bin piyan de ne. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Em dixwazin ev hilbijartin ji bo aştiyê bibe bingeh."
'ÇÛN GUND Û VENEGERİYAN'
Rêveberê MEYA-DER'ê Veysî Durgut jî çîroka windakirina Nurettîn Erşek û Mehmet Emîn Ozalp ên di 1994'an de dema li navçeya Hezexê ya Şirnexê şivantî dikirin hatin windakirin vegot. Durgut destnîşan kir ku, Erşek li dijî ferzkirina cerdevaniyê ji Cizîrê koçî gundê Hendekê ya Hezexê kiriye û piştî ku gund hatiye şewitandin jî hatiye Hezexê û wiha axivî: "Di 25'ê Îlona 1994'an de li nêzî gundê Fîlê ji ber ku pezê xwe winda kiribû bi Mehmet Emîn Ozalp re çû gundê Fîlê. Beriya ku biçin gund keyayê gundê Hespistê ji wan re dibêje ku gundê Fîlê yê Hizbullahiyan e û hemû kesên ku ji derve diçin dikujin yê Erşek û Ozalp dibêjin tiştek bi wan nayê û diçin. Lê ji wan piştre ti agahî nayê wergirtin." Durgut bilêv kir ku di ketina gund de 2 cerdevanan Ozalp û Erşek bi zorê birine gund û wiha got: "Hevserên Erşek û Ozalp difikirin ku li ser her du şivanan jî hinekî zêde pere hebû û ji ber vê ji aliyê Hîzbullahiyan ve dibe ku hatibin kuştin."
Durgut da zanîn ku doza ku ji bo aqûbeta Erşek û Ozalp bê zanîn hatiye vekirin hê jî didome.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.