Mabeda hevpar a Kurdên Êzidî û Misilman: Zêvê
Gundê ku heta 50 salên dawiyê Kurdên Êzidî lê dijiyan, niha bûye wargeha Kurdên Misilman. Li vî cihî ku mabeda sedan salan a Êzidiyan lê heye, her wiha tirba Şêxekî Êzidiyan jî heye.
Gundê ku heta 50 salên dawiyê Kurdên Êzidî lê dijiyan, niha bûye wargeha Kurdên Misilman. Li vî cihî ku mabeda sedan salan a Êzidiyan lê heye, her wiha tirba Şêxekî Êzidiyan jî heye.
Li gundê Zêvê yê navçeya Êlih Qubînê, ciHên pîroz ên Kurdên Êzidî û Misilman bi hev re ne. Misilman û Êzidiyên li heman cihî îbadeta xwe dikin, li quntarên Çiyayê Kira û Ramanê, gelek ziyaretgeh bi hevparî tên bikaranîn.
Ji navçeya Qubînê heta Mîdyat, Hezex û Wêranşarê Kurdên Êzidî hebûna xwe li xaka xwe diparêzin. Di qanûnên dewleta Tirk de baweriya wan nayê qebûlkirin. Di sedsala 21'an de jî Serokkomarê Tirkiyeyê bi gotina 'Zerdûşt' re heqaretê li çand û baweriya destpêkê ya Kurdan dike. Tevî hemû zext û zordariyan jî li gundê Zêvê yê navçeya Qubînê, Mabeda Êzidiyan û Mizgefta Misilmanan li heman cihî hatine çêkirin.
Gundê ku heta 50 salên dawiyê Kurdên Êzidî lê dijiyan, niha bûye wargeha Kurdên Misilman. Li vî cihî ku mabeda sedan salan a Êzidiyan lê heye, her wiha tirba Şêxekî Êzidiyan jî heye. Ji ber ku tirba oladarekî Kurd ê Misilman jî li heman cihî heye, ev qada ziyaretê bûye navendeke hevpar a baweriyê ya Kurdên Êzidî û Misilman.
'ŞOPÊN HER DU ÇANDAN JÎ HENE'
Rêveberê Komeleya Tûrîzmê ya Êlihê Emîn Bûlût agahî da ANF'ê û got, "Li vê derê şopa çanda Êzidiyan tê dîtin. Piştî ku Êzidî ji vir çûn, mirovên ji Eşîra Alîkanê li vê herêmê bi cih bûn. Li gund Tirba Şêx Hesen ê Kurdên Misilman heye. Her wiha Tirma Şêx Şems ê Êzidiyan jî heye. Her du çandên baweriyan bi hev re di nava dostaniyê de dijîn. Hem Misilman hem jî Êzidiyên li vê derê di bin yek sîwanî de îbadeta xwe dikin. Ev yek gelekî watedar e. Ev ziyaretgeha hevpar ji bo tûrîzma baweriyê jî gelekî girîng e."