Lîwaa Siqûr El-Badiyê tevlî HSD’ê bû - HAT NÛKIRIN

Lîwaa Siqûr El-Badiyê (Tûgaya Teyrên Baz ên Bejahiyê) yên ji eşîretên Ereb ên li başûrê Hesekê pêk tê diyar kir ku tevlî HSD’ê bûye.

Lîwaa Siqûr El-Badiyê (Tûgaya Teyrên Baz ên Bejahiyê) yên ji eşîretên Ereb ên li başûrê Hesekê pêk tê diyar kir ku tevlî HSD’ê bûye.

Lîwaa Siqûr El-Badiyê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku wê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk a 12’ê Cotmehê hat îlankirin re di operasyona li hember çeteyên DAIŞ’ê de bi awayekî altîf cih bigirin.

Lîwaa Siqûr El-Badiyê, di merasîma ku tevlî HSD’ê bû de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek şervanên Lîwaa Siqûr El-Badiyê, ji eşîretên li çoltera başûrê Hesekê bûn yek. Em tevlî Tûgaya Elviyet Eş Cizîrê ya di nav HSD’ê de cih digire bûn. Ji bo şerê li hember terorîstên DAIŞ’ê me berê xwe da eniya şer. Ji bo şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê yên ji bo şoreşa Sûriyeyê bûne kaoseke mezin em tevlî bûn.

Em dîsa diyar dikin ku em ê li rex HSD’ê ya tevlî pêngava rizgarkirina çoltera Hesekê bûye şer bikin. Bi vê tevlîbûna xwe em bi armanca azadkirin û avakirinê tevlî dibin.”

Piştî merasîm bi dirûşma, “Bijî berxwedana Hesekê” bi dawî bû, şervan ber bi eniya şer ve hereket kirin. 

...