Lîderê olî yê Kiptiyan piştî bi dehan salan li Qûdisê ye
Lîderê olî yê Kiptiyên Ortodoks Papa Tadavros ê II., piştî bi dehan salan bû yekemîn lîderê Kiptiyan ê derbasî Qûdisê bû. Kiptiyî mezintirîn civata Xiristiyanên Ortodosk ên li Misirê ye.

Dêra Kiptî ya li Qûdisê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Papayê Kiptiyên Ortodoks Tavadros ê II. ji bo tevlî merasîma cenazeyê rahîbekî jiyana xwe ji dest da hatiye bajêr.
Lîderê olî yê Kiptiyan ê beriya Tavadros ê II., Şenûda yê III. di sala 1980 de biryar girtibû û ziyareta Kiptiyan li cihên pîroz ên li Qûdisê qedexe kiribû. Şehûda yê III. ji bo vê biryara xwe jî çaresernekirina pirsgirêka Fîlîstînê hincet nîşan dabû. Beriya Şehîda jî, Paka Krîl ê VI. ku di navbera salên 1959-1971'ê de wezîfe kiribû, ew jî neçûbû Qûdisê.
Dêra Kiptî ya Qûdisê da zanîn ku serdana Papa Tadavros ê II. bi tenê ji bo beşdariya li merasîma cenazeyê rahîbekî ye û ragihand, ku helwesta Papa ya li ser çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê mîna beriya niha ye.
Tevî biryara qedexeyê ya Dêra Kiptî ya Ortodoks, tê zanîn ku her sal gelek Kiptî ji bo bicihanîna wezîfeya xwe ya hecê, diçin Qûdisê.
Kiptî li Misira xwedî 89 mîlyon nifûsî, bi rêjeya ji sedî 10'an re mezintirîn hindikayina Xiristina a li welêt e.