Li Zanîngeha Dortmûndê Konferansa Zimanê Dayikê

Kurd Akadê, bi hevkariya Enstîtûya Kurdî ya Dusseldorfê, Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) û Zanîngeha Dortmûndê, bi sernavê Zimanê Dayikê, Pirzimanî û Cihêrengî konferansek lidar xist.

Kurd Akadê, bi hevkariya Enstîtûya Kurdî ya Dusseldorfê, Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) û Zanîngeha Dortmûndê, bi sernavê Zimanê Dayikê, Pirzimanî û Cihêrengî konferansek lidar xist. 65 kes tevlî konferansa li zanîngeha Dortmûndê bûn.

Di beşa yekemîn a konferansê ku xwendekara beşa mamostetiyê Nalîn Erdînç moderatoriya wê kir de, Dr. Renate Deluçhi gotara xwe ya bi navê 'Duzimanî; zanîn û ziman' û Serokê YMK'ê Abdulkadîr Ulumaskan jî gotara xwe ya bi navê 'Sînor, Zehmetî û Pêwistiya Çalakbûnê', pêşkêş kirin.

Dr. Renate Deluçhi diyar kir, zarok Îngîlizî jî tev li Elmanî dikin, lê nabe pirsgirêk. Dema zimanekî din be pirsgirêkan ava dikin û got; "Bi duzimanî dibe."

Serokê YMKê Ulumaskan jî xwest di mijara dersên Kurdî û zimanê Kurdî de her kes bi rola xwe re be û got, "Bi navê YMK'ê di meha Gulanê de bi parlamenta herêmê re em ê hevdîtinekê der barê mijarê de pêk bînin."

Ji zaningeha Hewlerê Zana Jamal Kareem jî bi rêya Skypê tev li konferansê bû soza hevkariyê da.

Civaknas Munevver Azîzoglû Bazan pêşkêşvaniya beşa 2. kir û di vê beşê de jî Prof. Ibrahim Seydo Aydogan gotara xwe ya bi navê 'Polîtîkbûn û Ziman; Danustandin û Nakokî', her wiha zanist Davût Yeşîlmen jî gotara xwe ya bi navê 'Wêjeya Kurdî: Bandorên Civakî û Zimanî' pêşkêş kirin.

Seydo got, "pêşiyê xwestin daxwazên Kurdan ên weke zimanê kurdî û welatê Kurdan ji holê rabikin, polîtîkayên xwe yên Tirkbunê li ser wan ferz bikin."

Seydo da zanîn ku, di mijara Kurdan û zimanê Kurdî de gotineke Erdogan li gotina wî ya din nagire û got, "rojekê dibêje Kurd birayên min in rojekê dibêje tine ne. Li hemberî zarokên me destdirêjiyê dikin."

Yeşîlmen jî der bare wêjeya Kurdî romana Kurdî de nêrînên xwe anîn ziman.

Herî dawî şêwimenda Awoyê Dr. Taliba Süzer gotara xwe ya bi nave Mîgrasyona Zarok û Ciwanên Pirçandî pêşkêş kir.

Di beşa pirs û bersivan de, mamosteyên ji Rojava hatî, derfetên mamostetiya zimanê Kurdî ya li Elmanyayê kirin û Serokê YMK'ê Abdulkadîr Ulumaskan û Prof Ibrahîm Seydo Aydogan, behsa karê wan ê hevpar kirin û gotin; ew hewl didin li zaningeha Fransayê xebateke weha bidin meşandin da ku mamoste sertîfîkayan bigirin û bikaribin li wir jî mamostetiyê bikin.