Li Wûppertalê çalakiya Hefteya Rojbûna Pîroz
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, li Mizgefta Ehmedê Xanî ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê, bi munasebeta Hefteya Rojbûna Pîroz çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî saet di 18:00 de li mizgefta Ehmedê Xanî pêk hat û meleyê mizgeftê Mele Evdile li vir peyivî. Mele Evdile got, "Îro rojbûna Pêxemberê me ye. Di heman demê cejna Çarşema Sor a civaka me ya Êzidî ye. Her du jî li heman rojê rast tên. Ev roj rojên gelekî pîroz in. Em herduyan jî li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin."
Mele Evdile piştî axaftina xwe, nameyek ji ber komkujiyên li Kurdistanê bi serenavê "Ne razî me Xwedê" nivîsand û xwend.
Bername bi xwendina duayan û mewlûda bi Kurdî dewam kir. Piştre şîrînahî îkramî beşdaran hat kirin.