Li Wanê mirovên bêkar diherikin ‘Bazara Şivanan’
Krîza aborî û bêkarî dike ku gelê Wanê bikevin lêgerînên cuda. Gelek ji niştecihên Wanê li 'Bazara Şivanan' dixwazin bibin şivan û kar bibînin.
Krîza aborî û bêkarî dike ku gelê Wanê bikevin lêgerînên cuda. Gelek ji niştecihên Wanê li 'Bazara Şivanan' dixwazin bibin şivan û kar bibînin.
Sîstema aborî ya şelihandinê ya AKP’ê û têkildarî Rewşa Awarte bêkarî û hejarî zêde dibe.
Li Wanê bi destpêka biharê re mirovên bêkar têne 'Bazara Şivanan'. Kesên ku dixwazin bibin şivan û xwediyê keriyê pez û dewaran ku li şivan û gavanan digerin tên li bazêr dicivin. Şerê van du salên dawî, Rewşa Awarte û krîza aborî dike ku bêkarên Wanê berê xwe bidin vir.
JI ŞIRNEXÊ HETA BI COLEMERGÊ BÊKAR HEMÛ LI VÊ BAZARÊ NE
Li bazarê mirovên bêkar ji berê sibehê heta bi êvarî ji bo ku bibin şivan disekinin. M. Siddik Karataş diyar dike ku ji Şirnexê heta bi Colemergê mirovên bêkar têne vir û ew bixwe jî ji bo ku bibin şivan hatiye, neçar e ku li malbateke 8 kesî binere, zivistanî bêkar e û havînan jî hewl dide ku debara malê bike. Karataş dibêje koçer weke berê nayên, zozan li wan hatine qedexekirin û wiha dibêje: "Gelek zozan hatine qedexekirin. Xwedîkirina ajalan êdî nabe. Xwediyê ajalan ditirsin ku li şivanan bigerin. Ji Silopya, Şirnexê û Colemergê bêkar tên. 2-3 hezar TL em distînin lê ti ewlekariya me nîn e. Li vir fabrîka nîn e, karekî dî nîn e. Ji bo ku em ji birçîna nemirin vî karî dikin."
'LEŞKER LI ME DIXIN'
Şivan dibêjin piştî ku zozan bi navê "herêma ewlehiya taybet" hatin qedexekirin gelek caran leşker li wan dixin.
Abdurrahman Kaba jî ku dibêje Wan bûye bazareke wiha ku ji her derê mirov lêh ene wiha dibêje: "Ez debara xwe tenê bi vî rengî dikim. Çareyeke dî nîn e. An ez ê şivantiyê bikim an jî şivantitê. Heta 20’ê Gulanê em li vir disekinin. Li jortirê vir bazaran bêkaran heye. Li Wanê her cih bûye bazara mirovan."