Li Viyanayê têkildarî polîtîkayên şer ên AKP’ê de stand hat vekirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi piştgiriya Ciwanên Azad, YXK, Young Struggle der barê polîtîkayên şer ên AKP’ê de standa agahdarkirinê hat vekirin.
ANF
VIYANA
sêşem, 4 gelawêjê 2015, 21:18
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi piştgiriya Ciwanên Azad, YXK, Young Struggle der barê polîtîkayên şer ên AKP’ê de standa agahdarkirinê hat vekirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi piştgiriya Ciwanên Azad, YXK, Young Struggle ji bo komkujiya Pirsûs û Zergelê, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên qirkirina siyasî bên protestokirin û raya giştî bê agahdarkirin duh û îro standa agahdarkirinê ku hat vekirin, polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin teşhîrkirin.
Li derdora kon, wêneyên kesên li Pirsûsê hat qetilkirin û pankart hatin daliqandin. Di daxuyaniyên hatin belavkirin de ji raya giştî hat xwestin ku li hember bûyerên li Kurdistan ûTirkiyeyê rû didin hestyar bin.
Kurdistaniyan konê înfo yê li Mariahilferstrasse û Schwedenplatz hat vedan jî bi tenê nehiştin. Di standa agahdarkirinê ya raya giştî jî eleqeyeke zêde nîşan da, belavokên bi Elmanî û Îngîlîzî hatin xwendin. Çalakiya kon a heta saet 20.00’ê êvarî vekirî ma bê pirsgirêk bi dirûşman bi dawî bû.