Li Til Temirê 14 dagirker hatin kuştin

Leşkerên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê êrîşî Til Temirê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanan li ber xwe da. Di vê êrÎşê de 14 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Erîşa, Qasimiye, Reyhaniyê û Erbîna Til Temirê kir. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanan ev êrîş şikandin.

Hate diyarkirin ku di vê êrîşê de 14 leşkerên dewleta Tirk û çete mirine û wesayîyeke doçka ya çeteyan jî hatiye îmhakirin. Meclîsa Leşkerî ya Suryanan gelek çek û cebilxaneya dagirkeran jî desteser kirin.