Li Tejaneya Wanê talana xwezayê

Navendên rantê yên HES û bendavan ku li navend û navçeyên Wanê hatine çêkirin, dibin sedem ku di serî de Masiyê Wanê bi hezaran zindiyên herêmê bi komî bimirin.

Tejaneya Gola Wanê ji gelek zindî û cûreyên nebatan re wareke. Li tejaneyê bi sedan çemên biçûk û mezin hene. Deverên ku ev çem jê derbas dibin bi çirav û qadên hilberîn û xwarinê yên zindiyan cihekî dewlemend ê jiyanê ye. Lê belê salên dawî ji ber siyaseta rant û talanê li ber tunebûnê ye.

Li navçeyên Erdîş, Bêgir, Westan û Norşînê yên Wanê li ser gelek çeman HES û bendav hatine çêkirin. Ev Santralên Hîdroelektrîk (HES) û bendav li ser gelek zindiyan bûye metirsiya mirinê. Her wiha bi bendên li ser çeman hatine danîn rêyên koçê yên zindiyan têne astengkirin.

HES DIBIN SEDEMA WÊRANKIRINA XWEZAYÊ

AKP'ê çend salên dawî li derdora Gola Wanê zêdeyî 40 HES û bendav çêkir, herêm veguherand qadeke rantê. Desthilatdariya AKP'ê ku ji bo rantê beşeke mezin a herêmê tune kir, jiyana zindiyan a mayî jî hêdî hêdî tune dike. Çemên ji çiyayên li navçeyên Erdîş, Çardêran, Bêgir, Westanê diherikin ser Gola Wanê, têne talankirin. Gelek çem ji ber HES û bendavan ziwa bûn. Bi hezaran cûreyên heywan û nebatan ên li qiraxa çem jî tune bûn.

JI BER HES'Ê BI HEZARAN MASÎ MIRIN

Çemê Zîlanê ku ji herêma Zîlanê ya Erdîşê tê, di serî de ji bo Masiyên Gola Wanê malovaniyê ji gelek zindiyan û cûreyên kêmdîtî re dike. Di navbera 14'ê Nîsanê û 15'ê Tîrmehê de Masiyên Gola Wanê ji Çemê Zîlanê koç dikin ji bo hêk bikin. Ji ber HES û bendavên li ser Çemê Zîlanê, hem ava çem bi jehrê dikeve, hem jî çem ziwa dibe. Lewma Masiyên Gola Wanê jî nikarin hêkên xwe li cihekî bi cih bikin. Her wiha ji ber astnegiyên li ser çem, rêya koçkirinê jî hatiye girtin. Ji ber vê yekê bi hezaran masî di dema koçkirinê de dimirin.

Çemê Bendîmahî yê ji navçeyên Çardêran û Bêgirê derbas dibe, bûye qurbanê HES'ê. Çemê Bendîmahî jî yek ji wan çeman e ku Masiyên Gola Wanê lê koç dikin. Lê belê ji ber HES a li ser çem hatiye çêkirin, bi hezaran masî dimirin.