Li Ljusne ya li bakurê Swêd a 2 hezar 500 kes lê dijîn xwepêşandanek hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de AKP û DAIŞ hatin şermezarkirin. Bang li dewleta Swêd hat kirin ku li hember bombekirina Kurdistanê helwest bigire.
ANF
STOCKHOLM
çarşem, 5 gelawêjê 2015, 15:56
Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk ku li bajarên mezin ên Swêd protesto kirin niha jî li navçe û bajarokên protesto dikin.
Li Ljusne ya li bakurê Swêd a 2 hezar 500 kes lê dijîn xwepêşandanek hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de AKP û DAIŞ hatin şermezarkirin. Bang li dewleta Swêd hat kirin ku li hember bombekirina Kurdistanê helwest bigire.
Çalakvanan flamayên li ser wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sivîlên di komkujiya Zergelê de hatin qetilkirin hilgirtin, dirûşmên ku dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê lanet dikin gotin.
STOCKHOLM XWE JI BO XWEPÊŞANDANA MEZIN AMADE DIKE
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stokckholmê dijîn wê komkujî û girtinên dewleta Tirk bi xwepêşandaneke mezin protesto bikin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêd bang li tevayî Kurdistaniyan û dostên wan kir ku 8’ê Tebaxê roja Şemiyê tevlî xwepêşandana mezin bibin.
Xwepêşandan roja Şemiyê saet 13.00’an li Parka Humlegarden a Stockholm wê bê lidarxistin.