Li Sûrê ji bo zarokan Şahiya Sporê
Li navçeya Amed Sûrê, zarokên ku ji ber qedexeya derketina derve nikarîbûn ji malê derkevin derve, di Şahiya Sporê de li hev dicivin.
Li navçeya Amed Sûrê, zarokên ku ji ber qedexeya derketina derve nikarîbûn ji malê derkevin derve, di Şahiya Sporê de li hev dicivin.
Midûriyeta Şaxê Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên li Taxa Hasirli ya navçeya Sûrê ketin bin bandora şer û pevçûnan, şahiyên xwe yên sporê dewam dike. Rawestgeha duh a Şahiyên Sporê, Kolana Haci Mahmût a Taxa Hasirli bû. Ekîbên Midûriyeta Şaxê Sporê kolana lê şahî bê lidarxistin, danê sibehê li çûn û hatinê girtin.
Ekîban qada tambolîn, mînî futbol, korta tenîsê ya mînî û mînî golf çêkirin. Zarokên bi vê hesiyan, di destpêkê de rûyê xwe boyax kirin, dûre li bisîkletan siwar bûn, li qada rambolîn, tenîs, golf û futbolê kêliyên xweş bi hev re derbas kirin.
Di Şahiyên Sporê de Endamên Komuna Sporvanên Ciwanên Azad ên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û xwendekarên Dibistana Bilind a Perwerdeya Bedenê, bi dildarî wezîfeyê dikin.