Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan standa agahdarkirinê
Meclîsa Jinên Kurd, biryar girtin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe têkoşînê hê berfirehtir bidomînin û wek gava yekemîn li qada herî qerebalix a li Stockholmê Sergel stand vekirin.
ANF
STOCKHOLM
duşem, 3 gelawêjê 2015, 18:03
Meclîsa Jinên Kurd, biryar girtin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe têkoşînê hê berfirehtir bidomînin û wek gava yekemîn li qada herî qerebalix a li Stockholmê Sergel stand vekirin.
Jinên Kurdistanî yên flamayên li ser wan portre û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene vekirin, belavokên ku têde behsa rola Ocalan a di têkoşîna neteweyî ya Kurd, komploya navneteweyî û tecrîdê dike belav dikin û raya giştî ya Swêd agahdar kirin.
Rayedarên Meclîsa Jinan a Amara ku daxuyanî dan ANF’ê diyar kirin ku ji bo tevkariyê li têkoşîna wan a ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin, li deverên cuda yên Stockholmê wê xebatên vekirina standan û agahdarkirinê bidomînin.
Jina bi navê Ugurhan Çetînkaya jî bang li tevayî Kurdistaniyên li Swêdê dijîn kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe hewldanên xwe zêde bikin û li hember polîtîkayên şerên AKP’ê têkoşînê pêş bixin.”