Li Rojhilatê Kurdistanê 600 kes ji ber goşt bi jehrê ketin
Li bajarê Qûrwe yê Rojhilatê Kurdistanê ji serê hefteyê û vir ve zêdetirî 600 kes ji ber goştê hati cemidandin bi jehrê ketine.
Li bajarê Qûrwe yê Rojhilatê Kurdistanê ji serê hefteyê û vir ve zêdetirî 600 kes ji ber goştê hati cemidandin bi jehrê ketine.
Doxtorên newxweşxaneya Qûrwe anî ziman ku piştî lêkolînkirina nexweşan û şûnde hate diyarkirin ku ji ber goştê ku cemidî bi jehrê ketine.
Li gorî çavkaniyên herêmî ji serê hefteyê û vir ve zêdetirî 600 kes ji ber goştê bi jeherê ketine.
Li gorî çapemeniya herêmî rejîm ji bo girtina goştê sor û erzan serî li welatên cîran dikire dinivîse. Demekê goştê cemidandî ji aliyê avakarê rejîmê Xamineyî ve hatibû qedexekirin. Piranî goştê hatine cemidandin demê wê derbasbûyî û ji bo tendurstiyê bi xeter bûn.
Rejîm her çendî vê mijarê bi guşarên DYE’yê ve girê bide jî, wezîrekî berê di demekî din ê berê de ragihadibû ku zêdebûna bihayê goştê sor ne ji ber guşarên DYE’yê ye.
Yahya El Aşaq di daxuyaniya xwe ya 5 Sibatê kiribû gotibû: “Guşar ji bo kirîna goşt li xwe nagire, divê tu kes li sûkê nebûna goşt neke hincet.”