Li Riha û Îzmîrê 6 jê zarok 11 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Xalfetî ya Rihayê 6 zarok bi îdîaya zerar dane al û peykerê li baxçeyê dibistanê hatin binçavkirin. Li Karşiyaka ya Îzmîrê jî 5 endamên Halkevî ên li dijî şer belavok belav dikirin hatin binçavkirin.

Li navçeya Xelfetiya Rihayê zarokên bi navên D.U., A.K., R.K., S.Ç. û du zarokên navên wan nehat hînbûn yên ku li baxçeyê Dibistana Seretayî ya Ataturkê dilîstin bi îdiaya ku zirar dane alê û peykerê li baxçeyê dibistanê hatin binçavirin. Zarokên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Xelfetiyê. 6 zarokan dê sibehê derxînin dozgeriyê.

Li Karşiyaka ya Îzmîrê 5 endamên Halkevî yên li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê belavokên li ser, “AKP şer, gel aştiyê dixwazin” belav kirin, ji aliyê polîsan ve destpêkê hatin derbkirin paşê hatin binçavkirin.

5 kesên bi hinceta, "Gel teşwîqî kîn û nefretê kirine” hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan.