Li Parîsê çalakiya edaletê
Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’yan li Parîsê hatibûn qetilkirin, tevî ku sê sal li ser qetlîamê re derbas bû jî ku hê nehatiye ronîkirin Kurdistanê îro jî bi daxwaza edalet û ronîkirinê di çalakiyê de bûn.
Kurdistanî û endamên SKB’ê yên li ber Navenda Civaka Demokratik a Kurd a Parîsê seat 14:00’an kom bûn, bi pankarta nivîsa “Em li vir li Parîsê hatin qetilkirin, agahiya we heye” û wêneyên her sê jinên şoreşger li ser dest bi meşê kirin.
Meş bi dirûşmên, “Em hemû Sakîne, Leyla û Fîdan in”, “Qatil Tirkiye” heya pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistan berdewam kir. Di meşê de belavokên bi îmzeya Tevgera Jinên Azad ji bo ronîkirina qetlîamê hatin belavkirin.
Li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Jinên Azad Zozan Serhat axivî. Serhat careke din daxwazên gelê Kurd dubare kir. Serhat bal kişand ku edaleta Fransa hê qetlîam ronî nekiriye û diyar kir ku heya qetlîam neyê ronîkirin wê çalakiyên wan berdewam bikin. Çalakî piştî axaftin û dirûşman bi dawî bû.