Li Parîsê ‘çalakiya edalet û heqîqetê’
Ji bo endama damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan didome.
Ji bo endama damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan didome.
Ji bo endama damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan didome. Weke her Çarşemê Kurdistaniyan bi meşa li dar xistin komkujî protesto kirin û xwestin Fransa komkujiyê ronî bike.
Çalakiya vê hefteyê di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a herêma yekemîn a Parîsê de hat lidarxistin. Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bûn, bi dirûşman dest bi meşê kirin. Çalakvanan flamayên ku wêneyên her sê jinên şoreşger hebûn hilgirtin ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ve meşiyan.
Di tevahiya meşê de dirûşmên, "Em hemû Sakîne, Rojbîn, Leyla ne, em edaletê dixwazin" hatin gotin. Dema girse hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan deqeyek rêzgirtin pêk hat. Di axaftinan de hat xwestn ku Fransa demldest hêzên tarî yên li pişt komkujiyê derxe holê. Ji bo çalakiya her Çarşem tê lidarxistin banga tevlîbûna xurt hat kirin.
Dîsa ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li 4 navendên Parîsê çalakiyên kon duh destpê kir û wê heta roja Înê bidome, banga tevlîbûnê hat kirin.