Li Nurnbergê Rojên Çanda Kurd

Li bajarê Nurnbergê, di navbera 4-7'ê Gulanê de wê Rojên Çanda Kurd bê lidarxistin.

Li bajarê Nurnberg ê eyaleta Bayern a Elmanyayê, Rojên Çanda Kurd wê di meha Gulanê de pêk werin. Bernameya rojên çandê zelal bû.

Rojên Çanda Kurd wê bi desteka Daîreya Çandê ya Nurnbergê, ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Mala Gel a Medyayê ve di 4-7'ê Gulanê de were lidarxistin.

Bername wê bi pêşandana koma govendê û stranên hunermend Hanî destpê bike.

PÊŞKÊŞIYA LI SER MIJARA 'DI DÎROKÊ DE REWŞA JINÊN KURD'

Di roja duyemîn de wê li K4 Filmhaus'ê fîlmê Nîv Heyv a Bahman Ghobadî were nîşandan. Heman rojê wê Buroya Jinên Kurd (CENÎ) li ser mijara "Di dîrokê de rewşa jinên Kurd" pêşkêşiyek were kirin.

PANELÎST

Di roja 3. de bi moderatoriya Mûrat Çakir wê li Podiumdiskussion panelek bê lidarxistin û Firat Anli, Erdogan Aydin û Rolf Becker weke qiseker lê amade bin.

Li Villa Leonê jî wê di roja dawî de konser bê lidarxistin û hunermend Seyda Perînçek û Bajar derkevin ser dikê.

Di van rojên Çanda Kurd de wê jiyana civakî û çandî bên nîşandan. Her wiha wêneyên Martîn Dolzer ên li Kurdistanê kişandî wê di pêşandanekê de bên nîşandan.